Danişîna Ayşe Karaman hat taloqkirin 2019-12-09 17:03:58 ENQERE - Bersûc Ozgur Tarhan di danişîna yekemîn a doza derbarê kuştina  Ayşe Karaman hat vekirin de parastin kir û îdîa kir ku Karaman bi vexwarina derman dawî li jiyana xwe aniye. Şandeya dadgehê, xwest ku ATK saeta mirina Karaman tespît bike û danişîn taloq kir.    Yekemîn danişîna doza darizandina Dr. Ozgur Tarhan ê di 29’ê Tîrmehê de, Teknîkera Anestezî Ayşe Karaman qetil kir û bi cezayê muebeta giran tê darizandin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hat dîtin. Parêzer û malbata Karaman, ji Navenda Gelîncik a Baroya Enqerê Ayşenûr Kolû, Merve Altıntop,  ji Komeleya Hiqûqnasên Hemdem parêzer Kubra Okmen, Gîzem Ozmen û gelek kes beşdarî danişînê bûn.    Danişîn ji ber tevlîbûna zêde li salona 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eqerê hat dîtin. Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Bal kêş bû ku bersûc Ozgur Tarhan bi cilên bedil beşdarî danişînê bû.    Dûre, parasstina ku bersûc Tarhan berê berê amade kiribû hat xwendin. Tarhan hemû sûcdariyên li ser xwe red kirin û îdîakir ku Karamah dermanên xewê vexwarin û întîxar kiriye.    'EZ DIFIKIRIM KU KEÇA MIN KUŞTIYE’   Pişta parastinên hatin kirin, dayika Karaman Ferîde Karaman, diyar kir ku ew gilîdarê Tarhane û wiha axivî: “Ji bo ku Ozgur keça min bi xwe ve bide girêdan, derman daye wê. Êşeke zêde ya serê keça min tune bû. Tarhan bûye sedema mirina keça min.”   'EZ GILÎDARIM’   Dûre bavê Ayşe Karaman Adem Karaman paratin kir û got: “Ez gilîdarê bersûc Tarhanim. Min ne dizanî ku keça min li Dîkmenê dimîne. Min berê Ozgur ne dîtibû. Keça min alkol ne vedixwar. Dersên wê pir baş bûn.”   Piştî ku şahid hatin guhdaririn, parêzeran parastin kirin. Dûre şandeya dadgehê xwest ku ATK saeta mirina Karaman tespît bike û danişîn taloq 7’ê Çileya 2020’an kir.