Li Hezexê teqîn çêbû û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da 2019-12-09 13:51:33   ŞIRNEX - Li bejahiya navçeya Hezexê teqînek çêbû û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest da û 7 leşker jî birîndar bûn.    Li behahiya navçeya Hezexê ya Şirnexê teqînek çêbû û 2 leşkerên ku derketibûn operasyonê jiyana xwe ji dest dabûn û 7 leşker jî birîndar bûn. Walîtiya Şirnexê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û angaşt kir ku teqemenî ji aliyê leşkeran ve hatiye tespîtkirin û di kêliya mudaxaleyê de teqiyaye.