Rêxistinên Şengalê daxwazên destûra bingehîn dan Bexdayê 2019-12-09 13:17:16 ŞENGAL - Partî, rêxistin û saziyên Şengalê, pêşniyarên ji bo ku mafên gelê Êzidî di destura bingehîn a Iraqê de cîh bigirin, pêşkêşî Lijneya Guhertina Destura Bingehîn a Iraqê kirin. Piştî xwepêşandanên gel ên li Iraqê, nîqaşên li ser destûra bingehîn hatibûn destpêkirin û Lijneya Guhertina Destûra Bingehîn hatibû avakirin. Bi avakirina lijneyê re rêveberiya Şengalê jî, bi armanca ku mafên civaka Êzidî di destûrê de bên bicîhkirin, komîteyek ava kiribû. Komîteya ku demek beriya niha dest bi xebatan kiribû, têkildarî mafên civaka Êzidî dosyayek amade kir û li Bexda pêşkêşî Lijneya Guhertina Destûra Bingehîn kir.   Daxwazname û pêşniyarên hatine pêşkêşkirin wiha ne:   “Ji bo Lijneya Guhertina Destûra Bingehîn. Pêşniyarên derbarê guhertina destûrê de    Pêkhateya Êzidî ji kevntirîn gelên li welatê di navbera her du çeman (Mezopotamya) de ye. Êzidiyan piştevaniya avakirina şaristaniya Iraqê kir. Parastina dîroka gelê Iraqê wekî şaristaniya Babil, Aşûr, Akad û şûnwarên wê kir û hê jî nûnertiya dîroka Iraqê dike. Debara xwe bi sewalvanî, çandinî û çêkirina alavên rojane dikirin. Lê mixabin ji ber encamên destwerdanên hêzên derve û hundirîn ên Iraqê û kiryarên tundiyê li dijî pêkhateya êzidî, me parçeyek ji şaristaniya xwe winda kir û her wiha me hevbeşiyên bingehîn, jiyana birûmet û rûmeta civaka Iraqê di parastina hev du de jî winda kirin.   Em wekî nûnerên civaka Êzidî:   Partiya Demokrasî û Azadî ya Êzidiyan (PADÊ), Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê, Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Êzidî, Tevgera Jinên Azad ên Êzidî, Navenda Çanda Şengalê, Komeleya Piştevaniya Jinên Êzidî, Rêxistina Însanî ya Gelê Şengalê ku Jibo Azadiya Gelan Tekoşîn Dike, Van daxwazên xwe ji we re pêşkêş dikin:   Di destpêka Destûra Bingehîn de benga “Qirkirina Pêkhateya Êzidî” bê zêdekirin. Pêwîste li destpêka Destûr Bingehîn ev hevok bê zêdekirin: “Sîstema Hikûmetê sîstemek komarî, federal û demokrasiya piralî ye”. Di destûrê de bê gotin ku di hemû saziyên dewletê de sîstema hevserokatiyê were pêkanîn. Di Destûrê  de xala, “Hemû saziyên dewletê yên perwerde, leşkerî, ewlekariyê di mijara erkdarkirina kesan de bê alî bin û partîzaniyê nekin”. Xalek bê zêdekirin ku hemû rayedarên dewletê rewşa xwe ya madî eşkere bikin. Madeyên ku pêşniyar tê kirin bên sererastkirin   Xala 1: Komara Iraqê dewleteke Yekgirtî, federalî, serbixwe û yek parçe ye....   Xala 2:   1- Guhartina madeyê li gorî pirrengiya olî ya li Iraqê.   Wekî xwe bimîne. Wekî xwe bimîne.   2- Wekî xwe bimîne.   Xala 3: Li gorî bingeha madeyê, neteweya êzidî di nava neteweyên Iraqê de tê sepandin.   Xala 4: Zimanên Erebî û Kurdî, zimanên sereke yên Iraqê ne û ji mafên Iraqiyan e ku zarokên xwe bi zimanên Tirkmenî, Suryanî, Ermenî û Êzidî di saziyên perwerdeyê yên hikumetê de fêr bikin.   Xala 9: Zêdekirin li ser benda taybet:   Ji ber ku parastina xaka Iraqê dikin, îtîraf bi Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û dayîna taybetmendiyên wê tê kirin.   Xala 12:   A duyemîn, roja 3’yê meha 8`an wek betlaneya fermî zêde bibe û bikeve nava betlaneyên fermî li rêziknameyê ji bo rêzdariya ji qurbaniyên pêkhateya Êzidî.   Xala 49:   Ya yekemîn li gorî bingeha madeyê; divê kursiyên pêkhateya Êzidî li gorî piraniya şêniyan zêde bibin.   Xala 4: Nûnertiya her du zayendan ji sedî 40 be.   Xala 92:   Ya duyemîn: Dadgeha Yekîtiya Bilind ji gelek dadger, pispor û feqiyên qanûnê pêk tê.   Xala 108: Li gorî bingeha madeyê; nûjenkirina Desteya Serbixwe ya ku bi taybet ji bo sûcên DAIŞ’ê, kar û barên rizgarkirî û revandiyên Êzidiyan hatiye avakirin.   Xala 116: Li gorî naveroka madeyê... Şengal û Deşta Nînowa wekî 2 parêzgehên nenavendî yên girêdayî hikumeta federal werin nûjenkirin.   Xala 125: Mafên rêveberî, siyasî, çandî, perwerdeyên neteweyên cur bi cur ên wek Tirkmen, Keldan, Aşûr, Êzidî û tevahî pêkhateyên din li ser xalê bên zêdekirin û bên aktîfkirin.   Li gorî madeya 125’an, nûjenkirina herêm û parêzgehên nenavendî ji neteweyên navborî re li gorî erdnîgariyê.   Bi hêviya şopandin û pêkanîna tişta li ser me û ragihandina wê ne… spasdar in.”