Keskîn: Di şeran de mirina zarokan sûcê şer e 2019-12-09 12:17:17 RIHA - Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de Peymana Hiqûqa Şer a Cenevreye nehatiye pêkanîn û ev tişt got: "Di şeran de mirina zarokan sûcê şer e." Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn, têkildarî binpêkirinên mafan ên di êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku Peymana Hiqûqa Şer a Cenevreye ku li dijî binpêkirinên mafan hatiye îmzekirin, di êrîşên Tirkiyeyê de nehatiye pêkanîn. Keskîn, destnîşan kir ku peyman binpêkirinên mafan ên di pêvajoyên pevçûnan de asteng dike û wiha got: "Mirina zarokan a di şeran de sûcê şer e. Di şeran de îşkence li mirovan tê kirin û dimirin. Dîmenên vî şerî li ser medya civakî tên weşandin. Ev re rewş nayê lêpirsînkirin. Em timik van bûyeran tînin ziman. Lê mixabin li erdnîgariya me ji bo vê yekê di asta têrker de raya giştî çênabe. Em ê weke parastvanên mafên mirovan em ê van mijaran birnirxînin. Em ê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên pêwîst bidin."   Keskîn destnîşan kir ku bi êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Firatê re zextên li ser kurdan li Tirkiyeyê zêde bûne û ev tişt anî ziman: "Gotineke Cîhanê ya "li kurdan xwedî derkevin" heye. Li mixabin ev yek nayê qebûlkirin. Ev yek jî li hundir dibê hê bêtir sedema îşkence û tundiyê. Anîna ziman a vê rewşê qedexe ye. Azadiya ramanê wisa hatiye sînordarkirin ku êdî mirov ditirsin ji bo îşkenceya li wan hatiye kirin serlêdana sûc bikin. Em hewl didin ku vê rewşê biguherînin. Tirkiye pêwistiyên hiqûqa xwe ya navxweyî û peymanên navdewletî ku îmze kiriye bi cih nayne."