Tosun: Di bazirganiya tiryakê de yekîneyên din ên ewlehiyê jî hene? 2019-12-09 11:54:36 AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, bi boneya Wezîrê Paratinê Hulusî Akar bibersivîne pirsname da meclîsê. Tosun, pirsa "Di bazirganiya tiryakê de yekîneyên din ên ewlehiyê hene ya na?" pirsî.  Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, têkildarî bazirganiya tiryakê ku li Licê hat zevtkirin, bi boneya Wezîrê Paratinê Hulusî Akar bibersivîne pirsname da meclîsê. Tosun, pirsa "Di bazirganiya tiryakê de yekîneyên din ên ewlehiyê hene ya na?" pirsî. Tosun, anî ziman ku di nûçeyan de gelek caran navê esker û polîsên dibin şirîkên bazirganiyê derbas dibin. Tosun, destnîşan kir ku yekîneyên ewlehiyê ku xwedî erkin rê li pêşiya tiryakê bigirin, hin caran di nava tora vê bazirganiya tiryakê de cih digirin û wiha got: "Bi taybetî li Navçeya Lice ya Amedê yekîneyên ewlehiyê bi îdîaya “finansê ji rêxistina terorê re dike" dest bi operasyonên tiryakê dikin. Gelek caran ev operasyonên li dijî tiryakê dibin rojev. Herî dawî Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navenda Liceya Amedê û 3 çawîşên pispor, dema diçûn Amedê ji aliyê nokteya Kontrolê ya Qereqola Cendirmeyan a Mermer a Sûrê ve hatin rawestandin. Di lêgerînê de di bagaja maşîneyê de nêzî  8 kilo esrar hat girtin. Têkildarî mijarê 4 esker hatin girtin."    Tosun, ji bo wezîr bibersivîne ev pirs pirsîn:    "Eskerên navborî ji rêzê hatiye rawestandin? Berê şopandina wan hebû ya na?  Yekîneyên din ên ewlehiyê ji di nava vê tora bazirganiya tiryakê de hene ya na?  Di operasyona tiryakê ya li Lîcyeyê de yekîneyên ewlehiyê hene ya na? Der barê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin ya na?"