Hevşaredara Awîskê Taş: Em ê xwedî li xetên xwe mor derkevin 2019-12-09 11:10:31 ÊLIH – Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş a ku bi berxwedana ya nîşanî dorpêçkirina cendirmeyan da ket rojevê got: “Kî çi dike bila bike, xetên me yên mor hene û em ê xwedî li van derkevin.”  Li ser fermana Wezareta Karê Navxweyî di 7’ê kanûnê de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarokê Awîskê ya bi ser navçeya Qûbîna Êlihê ve hat kirin. Hevşaredar Osman Karabulut û Hatîce  Taş ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Qeymeqamê Qûbinê Sînan Aşci jî wek qeyûm tayîn kirin. Bi tayînkirina qeyûm re cendirmeyan avahiya şaredariyê û derdora wê dorpêç kiribû.    Hevşaredara Bajarokê Awîskê Hatîce Taş a ku bi berxwedana ya nîşanî dorpêçkirina cendirmeyan da ket rojevê tayînkirina qeyûman wek darbeya li dijî îradeya gel nirxand û got qeyûm ji zimanê gel fêm nakin.    ‘QEYÛM XIZMETÊ ASTENG DIKE’    Taş anî ziman ku nêzî 25 sal Awîskê di serî de AKP û ji aliyê partiyên pergalê ve hat birêvebirin û ev du sal in jî partiya wan HDP bi rêjeyek zêde ya dengan bi ser dikeve. Taş diyar kir ku 25 sal in gel li benda xizmetê ye û got: “Ev du serdem in her xizmeta em dixwazin ji bo xelkê xwe bikin lê ji ber polîtîkaya qeyûman tê astengkirin.”    'GELÊ ME BI HÊRSTIR DIBE’    Taş bi bîr xist ku xelkê Awîskê di hilbijartina 31’ê Adarê de ji sedî 51 dengê xwe dan partiya wan û wiha got: “Gel di hilbijartinê de jî da nîşandan ku AKP û qeyûman naxwaze. Lê dewletê xwe li hember vê ranegirt û bi hêza cendirmeyan şaredariya me dagir kirin. Ev perpitîna dawî ya AKP’ê ye. Qeyûm darbeya li dijî îradeya gel e. Qeyûm ji zimanê gelê me fêm n akin. Em ê serê xwe li hember qeyûman daneynin. AKP dixwaze bi zextan me bitirsîne. Lê berevajî vê yekê gelê me hin bêtir bi hêrs dibe. Bila kes ne li benda me be ku em ê paş de gav biavêjin.”    'DI ÇAVÊ AKP’Ê DE HER KES TERORÎST E’    Taş da zanîn ku cendirmeyan bi saetan li avahiya şaredariyê lêgerîn pêk aniye û gelek ewraqên wan desteser kirine û got: “Me çi kiribe jî ji bo xizmeta gelê xwe kiriye. Di kar û barên me de tu xebatek li dijî karê fermî nehatiye kirin. Her tişt hatiye qeydkirin. Hemû ji bo gel me kiriye. Her kes di çavê AKP’ê de bûye ‘terorîst.’ Vê yekê dikin hêncet û qeyûman tayîn dikin.”    ‘ÊRIŞA LI DIJÎ PERGALA HEVSEROKATIYÊ YE’    Taş destnîşan kir ku seranserî dîrokê dewletê tu nirx nedaye jinan û got: “Hin kes hezm nakin ku partiya me partiya jinan e û dengên zêde ji jinan werdigire. Ji ber vê yekê êrişî pergala hevserokatiya HDP’ê dikin. Lê kî çi dibêje bila bêje, xetên me yên mor hene û em ê xwedî li van derkevin. Em ê li dijî qeyûman nerazîbûna xwe ya demokratîk bidin nîşandan.”    MA / Metîn Yoksu