Cenazeyê Kaya di dorpêça eskeran de defin kirin 2019-12-09 09:27:39   AGIRÎ - Cenazeyê Murat kaya yê di 6'ê Kanûnê de li Gundê Mûşiyan a Dutaxa Agiriyê di serdegirtina eskeran de hat kuştin şevê din di bin dorpêça eskeran de hat definkirin.    Cenazeyê Murat Kaya şevê din di bin dorpêça eskeran de hat definkirin. Di 6'ê kanûnê de esker û polîsan bi ser gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutaxê ya Agirê de girtibûn. Di serdegirtina esker û polîsan de bavê 3 zarokan Murat Kaya jiyana xwe ji dest dabû. 10 kes jî hatibûn binçavkirin. Esker û polîsan zor li malbata Kaya kirin ku bi şev cenazeyê Kaya li gund defin bikin. Cenazeyê Murat Kaya şevê din bi zora eskeran di bin dorpêça eskeran de li gund hat definkirin. Eskeran destûr nedan ku gundî tev li merasima cenaze bibin.