Kesên li Hezexê bi 'dîmenên senaryo' hatibûn girtin beraat kirin 2019-12-09 09:02:11 ŞIRNEX - Li Hezezê, 3 jê zarok 8 kesên ku bi hinceta navê wan di ajandeyekê de cih girtibû, bi sûcdariya "endamtiya YPS'ê" hatibûn girtin û 9 mehan di girtîgehê de mabûn, beraat kirin. Di doza tazmînatê de jî biryar hat dayîn ku 22 hezar TL ji her heşt kesan re bê razandin.  Li navçeya Hezexê ya Şirnexê, piştî qedexeya derketina derve ya di navber 16'ê Sibatê û 31'ê Adara 2016'an de, di 4'ê Nîsana 2016'an de 3 jê zarok 8 kes hatibûn girtin. H.K., M.S.S., L.O., O.D., R.A. û S.A., K.A. û D.B. ku wê demê temenê wan di bin 18 salan de bû, bi hinceta ku navê wan di ajandeyeke ku bi serdegirtina maleke li taxa Tûrgût Ozalê hatibû desteserkirin de cih girtibû, bi angaşta "endamtiya rêxistinê" , "xerakirina yekitî û hevpariya welat" , "bi zanebûn piştgiriya rêxistinê" doz li wan hatibû vekirin û hatibûn girtin.    Di encama darizandina ku li Dadgeha Cezaya Giran a Midyadê hat kirin de hemû bersûcan beraat kir. Piştî biryara beraatê, parêzerên her heştan jî bi daxwaza 50 hezar TL'yî doza tazmînata menewî li Dadgeha Îdareyê vekirin. Dadgehê, ji ber ku 9 mehan bi awayekî neheq di girtîgehê de mane, biryar da ku yekûn 22 hezar TL tazmînat ji her heştan re bê razandin.   Dîmenên kêliya dîtina ajandaya ku bûbû sedema girtina her heşt kesan, hatibû nîqaşkirin û weke senaryo hatibû nirxandin.