Fîncanci: Polîtîkaya bêcezahiştinê îşkenceyê zêde dike 2019-12-09 09:02:06 STENBOL - Seroka TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci, diyar kir ku bi Rewşa Awarte re bi awayekî micid binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha got: "Bi polîtîkayên bêcezahiştinê îşkenceyê zêde kirine û divê li dijî îşkenceyê kesên têkoşîna demokrasiyê didin divê bên gel hev."  Danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî ku di 10'ê Kanûna  1948'an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye qebûlkirin, li gel ku di sala 2949'an de ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye îmzekirin jî her roj binpêkirinên mafan zêde dibin. Li gorî daneyên fermî bi Rewşa Awarte re 160 hezar kes hatine binçavkirin û 70 hezar kes hatine girtin. Girtîgehên ku kapasîteya wan 208 hezar û 830 kes in jî hejmara girtiyan gihîştiye 224 hezar û 974 kesan. Di vê pêvajoyê de hezar û 64 saziyên perwerdeyê, 360 qursên taybet û navendên etutê, 847 wargehên xwendekaran, 47 navendên tenduristiyê, 15 zanîngehên weqfan, 29 sendîkayên girêdayî 2 konfederasyona, hezar û 419 komele, 145 weqf, 174 sazî û dezgehên çapameniyê hatin girtin. Her wiha 985 saziyên bazirganiyê radestî Fona Sîgortayê ya Mevdûata Tasarrûfê (TMSF) hatin kirin. 130 rojnameger hatin girtin. Li gorî daneyên Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV) li 11 bajar û 50 navçeyên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê 332 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.    ‘BENPÊKIRINÊN MAFAN ÊN GIRAN PÊK HATIN'    Seroka THÎV'ê Şebnem Korûr Fîncanci binpêkirinên mafan ên ku li Tirkiyeyê pêk tên nirxand û diyar kir ku beriya Rewşa Awarte ji bo mafên mirovan hin pergalên parastinê hatine sazkirin û ni vê yekê re hiğn destkeftî hatine qezenckirin û wiha got: "Niha ev pergal ji holê hatine rakirin. Bi KHK'an re rêxistin, sazî, dezgeh, amûrên çapameniyê yên muxalîf hatin girtin. Tayînkirina qeyûman a bajarên kurdan. Bi vê yekê tundî li ser vîna mirovan hat avakirin. Ev hemû binpêkirinên mafan ên giran in."   'BÊCEZAHIŞTIN AMÛRA BERDEWAMKIRINA ÎŞKENCEYÊ YE'   Fîncanci bi lêv kir ku li seranserê dîroka Tirkiyeyê îşkence û memeleya xerab hebûye û polîtîkayên bêcezahiştinê hatine pêkanîn û ev tişt got: "Bêcezahiştin amûra berdewamkirina îşkence û memeleya xerab e. Ji hêla dezgehên dewletê ve bi wayekî aşkera îşkence tê kirin. Bi vê yekê civak tê tirsandin. Mirov xwe di bin gefan de hîs dikin. Ev hemû jî nabin mijara lêpirsînê û di pêvajoya cezakirinê re nayên derbaskirin. Kesên ji vê yekê berpirsyar dozger in. Darizandin, binçavkirin û girtinê bi awayekî zêde tê kirin. 24 saetan hevdîtina parêzeran tê astengkirin. Mirov tên revandin û li cihên nediyar tên îşkencekirin. Mixabin li dijî vê yekê lêpirsîneke baş nayê kirin."    'BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE BÛNE'   Di berdewama axaftina xwe de Fîncanci destnîşan kir ku binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha domand: "Li gorî daneyên hatine aşkerakirin, lêpirsînên ji ber "ji polisan re astengî derxistin' hatine vekirin, zêde bûne. Ev lêpirsîn nêzî 20 hezaran e. Di rastiyê de divê ev lêpirsîn di seriya 20 hezarî de bin. Dewlet, mafê mirovan di nav sêniya zêrin de pêşkêşî mirov nakin. Divê li dijî îşkenceyê kesên têkoşîna demokrasiyê didin divê bên gel hev û asteng bikin ku vîna siyasî vê yekê bi kar bîne. Berpirsyariya me hevparbûna têkoşînê ye."   MA / Mehmet Halît Çetînbaş