Girtiyê ku ji sedî 60 çavên wî nabînin nayê tedawîkirin 2019-12-09 09:02:05 EDENE - Girtiyê bi navê Mûrat Şîmşek ku li Girtîgeha Tipa L a Kalkandereyê girtî ye, ragihand ku mafên wan tên binpêkirin û ev tişt got: "167 rojan di greva birçîbûnê de mam. Çavên min ji sedî 60 nabînin. Tedawiya min nayê kirin." Girtiyê bi navê Mûrat Şîmşek ku li Girtîgeha Tipa L a Kalkandereyê girtî ye, bi rêya telefonê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji dayika xwe Bedîa Şîmşek re ragihand. Malbata Şîmşek, têkildarî binpêkirinên mafan serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da.    Dayik Bedîa Şîmşek, diyar kir ku kurê wê jê re ragihandiye ku piştî Rewşa Awarte binpekirinên mafan wergeriyane rewşeke sîstematîk û têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kurê wê jê re ev tişt gotine: "Di bin navê lêgerînê de bi ser kogûşan de digirin. Pêwistiyên me yên mirovî yên mîn belîf, pîl û radyayoyên ku em ji qantînî dikirin, desteser dikin û kirîna yên nû li me ferz dikin. Pêwistiyên me yên bingehîn ku ji derve tên desteser dikin. Dema ku em li dijî vê yekê dertên jî heqaretê li me dikin. 2 sal in em nikarin li kogûşan wêneyan bikişînin. Nameyên ku em dişînin nagihîjin kesên ku em ji wan re dişînin. Bi hinceta ewlehiyê me nabin nexweşxaneyê. Bijîjk, li girtîgehê li cihê nepaqij me mieyne dike. Piranî sewqên me yên nexweşxaneyê nayên kirin. Heke bên kirin jî ev sewq bi mehan didome. 167 rojan di greva birçîbûnê de mam. Ji sedî 60 çavên min nabîbinin. Tedawiya min nayê kirin. Em ji saziyên eleqedar li benda hestiyariyê ne."   'BILA BINPÊKIRINÊN MAFAN BI DAWÎ BIBIN'   Dayik Bedîa Şîmşek, diyar kir ku di nav ceza de ceza li girtiyan tê birîn û xwest ku binpekirinên mafan bi dawî bibin û ev tişt anî ziman: "Kurê min 167 rojan di greva birçîbûnê de ma. Ji ber grevê di çavên wî de pirsgirêk hene. Tedawiya wî nayê kirin. Em daxwaz dikin ku tedawiya hemû girtiyan bê kirin. Bila ev binpêkirinên mafan û zilm jî bi dawî bibin."