62 malbat ji Kampa Holê şandin Dêrazorê 2019-12-08 19:30:57   HESEKÊ - Rêveberiya kampa Holê 62 malbatên koçberên Dêrazorê ku Rêveberiya Xweser ragihandibû û ji 207 kesan pêk tê, ji kampê derxistin û şandin Dêrazorê.    Li gorî biryara Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Kampa Holê 62 malbatên koçber ên ji 398 kesan pêk tên, ji kampa Holê derxistin. Li gorî nûçeya ANHA'yê ji bo pêkanîna biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku divê li gorî wê koçberên ji Sûriyê yên li kampa Holê dimînin, bên derxistin; rêveberiya kampa Holê 62 malbat ji kampa holê derxist. Rêveberiya kampê ji wan re 32 kamyon peyda kirin û dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn wan radestî Meclisa Sivîl a Dêrazorê û êlên eşîran bikin. Li gorî berpirsê beşê derxistina ji kampê Mihemed Elî, dê di demên bê de piştî ku belgeyên wan werin temamkirin, beşên din ên koçberên Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê werin derxistin.