Dixwazin bi zorê cenazeyê Kaya îşev defin bikin 2019-12-08 19:12:03   AGIRÎ - Polîs û esker zorê li malbata bavê 3 zarokan Murat Kaya yê di 6'ê Kanûnê de piştî operasyona eskerî hat kuştin, dikin ku îşev li gund cenaze defin bikin.    Di 6'ê kanûnê de esker û polîsan bi ser gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutaxê ya Agirê de girtibûn. Di serdegirtina esker û polîsan de bavê 3 zarokan Murat Kaya jiyana xwe ji dest dabû. 10 kes jî hatibûn binçavkirin. Piştî êrîşa esker û polîsan, gundî dev li dibistanagund kom kirin û li gund lêgerîn kiribûn. Esker û polîsan zorê li malbata Kaya dikin ku îşev cenazeyê Kaya li gund defin bikin. Esker 3 rojin cenazeyê Murat Kaya nadin malbatê û zorê li malbatê dikin ku îşev defin bikin. Endamên malbata Kaya diyar kirin ku rayedarên eskerî hatin gund û wiha gotin: "Rayedar hatin gund û gotin 'an em ê îşev defin bikin an jî em dê bibin li goristana bêkesan defin bikin'. Lê me ev yek qebûl nekir. Divê em bi wecibeyên olî cenazeyê xwe defin bikin. Murat sivîl bû. Niha dixwazin em şev nîvê şevê cenaze defin bikin."