TTB’ê bertek nîşanî sînordarkirina destûra xebatkarên tundirustiyê yên li ser xeta sînor da 2019-12-08 16:56:54   RIHA - Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Omer Melîk, diyar kir ku bedela şerê li Sûriyeyê dewam dike xebatkarên tendirustiyê didin û got: “Ji ber operasyona li ser xeta sînor destûra xebatkaran hatiye sînordarkirin. Ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibe divê rayedar gav bavêjin.”    Piştî êrîş û operasyonên Hêzên Çekedarên Tirk (TSK) û hevkarê wê Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (AMS) yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destûrên xebatkarên tenduristiyê hatibûn sînordarkirin. Yekitiya Bijişkên Tirk (TTB), derbarê sînordarkirina destûrên xebatkarên tenduristiyê û pirsgirêkên dijîn de, li Rihayê civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Odeya Bijîşkan a Rihayê hat lidarxistin. Sekreterê Giştî yê TTB’ê Bulent Nazim Yilmaz, Serokê Odeyê Omer Melîk û gelek endamên Konseya Navenda TTB’ê beşdarî civînê bûn. Serokê Bijîşkan a Rihayê Omer Melîk di civînê de axivî û wiha got: “Ji ber operasyonên leşkerî, xebatkarên tundirustiyê pirsgirêkên mezin dijîn. Ev 5 salin li kêleka me şerek heye û bedelê vî şerî jî xebatkarên tenduristiyê didin.”    'EM TÊN MEXDÛRKIRIN’   Melîk, diyar kir ku di tu saziyên fermî de destûr nehatine sînordarkirin û wiha bilêv kir: “Heta di hêzên leşkerî de jî destûr nehatine sînordarkirin. Lê tenê destûrên xebatkarên tenduristiyê hatine sînordarkirin. Ji ber operasyonên leşkerî, xebatkarên tenduristiyê pirsgirêkên mezin dijîn û ev pirsgirêkên wan her  ku diçe zêdetir dibin. Bi vî awayê xebatkarên tenduristiyê tên mexdûr kirin. Divê rojek berî rojekê ev pirsgirêk bê çareserkirin û gav bên avêtin.”