OHD: Kesên hatin binçavkirin rastî îşkencê hatin 2019-12-08 15:28:10 AMED  - Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), diyar kir ku kesên serê vê sibê di operasyonê de hatin binçavkirin, rastî îşkencê hatine. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê, derbarê kesên li gundên girêdayî navçeyên Çinar, Peyas û Rezan ên Amedê di operasyona Fermandariya Leşkerî Amedê ya serê vê sibê hatin binçavkirin de, daxuyanî da.    OHD’ê di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twîtteê parve kir de, ev agahî dan:  “Ekîbên Leşkerî yên Fermandariya Bajarê Amedê, di saetên serê sibê de, li gundên girêdayî navçeyên Çinar, Rezan û Peyasê yên Amedê bi ser malan de girtin. Di serdegirtina malan de 16 kesa hatin binçavkirin.     Mala Îsmet Akar a li gundê Duger a Rezanê ev 6 saetin dibin dorpêçê deye. Hevalên me yên parêzer çûn gund û xwestin derbarê bûyerê de bi rayedaran re hevdîtinê bikin û derbarê rewşa tenduristiya welatiyan agahî bigirin. Lê rayedaran hevdîtina bi hevalên me re red kirin. Di araziyê de karê kolîn û lêgerînê dewam dikin. Destûr nayê dayîn ku welatiyên gund ji malên xwe derkevin.”   Dîsa agahiya ku 16 kesên dibin çavan de rastî îşkenceyê hatin, gehişt me. Ji kesên dibin çavan de Mehmet Akyuz rakirine nexweşxanê û dûre agahiya ku birine Şaxa TEM’ê dane malbatê.    Malbata Îsmet Akar, ragihand ku dema Akar hatiye binçavkirin rastî îşkenceyê hatiye, lingê wî yê rastê dikule û patika wî şîn û reş bûye.”   Navê kesên di operasyona li gundên 3 navçeyan hat lidarxistin de hatin binçavkirin wihan e: “Li gundê Alankoz Rezanê Îsmet Yildiz û Hakan Yildiz, li gundê Ovunduler ê Rezanê Mehmet Akyuz, li gundê Kabahiri yê Rezanê Naîl Toprak û li gundê Duger ê Rezanê Îsmet Akar. Li gundê Kerikê yê Çinarê Îbrahîm Çîftçî, Recep Çîftçî, Lokman Çîftçî, li gundê Mesîrik ê Çinarê Abdulkadrî Eken û kurê wî yê navê wî nehat zanîn.  Li navenda navçeya Peyasê Abdulkadir Yagar, li gundê Qirqalî yê Peyasê Ahmet Dogan, Mahmût Derse, Ahmet Derse, Firat Çetîn û li gundê Esentepe yê Rezanê Zekî Guçlu.”