Dr. Denîz Nalbantoglu: Şertên kar bi temamî li gorî mêr tê dîzaynkirin 2019-12-08 15:11:40 ENQERE - Dr. Denîz Nalbantoglu, di "Komcivîna Tenduristiya Jinê" ya ji aliyê Navenda Giştî ya SES'ê ve hatiye organîzekirin de diyar kir ku di şert û mercên xebata tenduristiyê de cudakariya zayendî heye û şertên kar bi tememî li gorî mêr tê avakirin û dizaynkirin. Pispora Genel ÎŞ'ê Pinar Abdal jî xwest ji bo keda jinê ya nayê ditin bi hevre têbikoşin.  "Komcivîna Tenduristiya Jinê" ya ji aliyê Navenda Giştî ya SES'ê ve hatiye organîzekirin, li Salona Konferansê ya Navenda Giştî ya Egitim Senê di roja duyemîn de berdewam kir. Îro Pispora Sendîkaya Genel Îş'ê ya DÎSK'ê Pinar Abdal  mijara “Nerîna li Ewlehî û Tenduristiya Kar a Jinê" û Dr. Deniz Nalbantoglu jî mijara “Tenduristiya Kedkarên Jin Xizmeta Civakî û Tenduristiyê" pêşkêş kir.  Ewil Sekretera Hiqûqê ya SES'ê Aylin Akçay ku pêşkêşîya bernameyê dikir û li ser mafê hiqûqê axivî.    Pispora Sendîkaya Genel Îş'ê ya DÎSK'ê Pinar Abdal, jî anî ziman ku ji ber zagon tên guheritn di qada tenduristiyê de perçebûn heye û wiha got: "Divê tenduristî û ewlehiya karkerên jin bi hevre bê dîtin. Îstatîstîkên heyî dema rêjeya mirina karkeran nîşan dide, tenê pêvajoya di nava kar de esas digire. Tenê karkerên ku qeyda wan di SGK'ê de hene tên dîtin. Lê jin ji ber nasnameya xwe ya jinê divê ewlehî û tenduristiya wê ya kar li ser esasê 24 saetan bê girtin. Em her roj dibînin karkerên înşatê dikevin xwar û dimirin. Divê em kuştin û mirina karkeran tenê bi ketina karker a ji înşatê bi sînor nekin. Wê demê em pêvajoya din paşguh dikin. Divê em hemû pêvajoya kar a karker li er çavan bigirin."    KEDA JINÊ NAYÊ DÎTIN'    Abbdal, anî ziman ku keda jinê nayê dîtin û wiha got: Şertên kar li gorî hişmendiya feraseta mêr tê avakirin û wiha got: "Divê em ji bo keda jinê ya nayê dîtin tebikoşin. Em nedîtina mirinê û nedîtina kedê wekî windabûnê dihesibînin. Hem keda jinê nayê dîtin û hem mirina jinê nayê dîtin. Li cihê ku zêde jin dimirin em dibînin ku mekanîzma û zagon li ber çavan nayên girtin. Nexweşiyên wekî Stres û depresyon nexweşiyên kar û pîşeyî ne. Divê ev jî wekî nexweşiyên pîşeyî bên qebûlkirin. Ji bo vê yekê jî divê em têbikoşin. Hemû pênaseyên kazayên kar û pîşeyî li gorî mêr hatine diyarkirin. Hemû şert û mercên kar, li gorî mêr û bedena mêr hatine diyarkirin. Ev bi xwe rê li pêş nexweşi û qezayên kar vedike."    ‘HER KU PIRSGIRÊK ZÊDE DIBIN NEXWEŞÎ JÎ ZÊDE DIBIN   Dr. Denîz Nalbantoglu jî anî ziman ku şertên kar ên tenduristiyê ligorî cudakariya zayendî hatiye kirin û wiha got: “Jin bêtir di demên bê ewle û bê tenduristî de kar dikin. Halê Baş ê siyasî û civakî yê pênaseya tenduritiyê, têkildarî tenduristiya jinê ye. Halê baş ê siyasî û civakî bandorê li ser tenduristiya fîzîk û ruhê jinê dike. Her ku karê malê û berpirsiyariya karkeran zêde dibe nexweşiyên ruhî jî zêde dibin. Divê mirov tenê tenduristiya jinê bi dayikbûn, zayînbûnê ve girê dene. Dema em girîngiyê bidin xizmeta tenduristiya Jinê, divê em keda wê jî ji bîr nekin. Keda li malê nayê dîtin girîng e."  Nalbantoglu, anî ziman ku şertê kar, berpirsiyarê malê, xebata di saêtê kar de, karê dem dirê bandorê li ser tenduristiya ruh dike. "    Komcivîn, piştî forumê bi dawî bû. Encamname dê di rojên pêş de, bê aşkerekirin.