Rêxistina HDP’ê ya Hatayê rêveberiya xwe ya nû diyar kir 2019-12-08 14:23:32   HATAY - Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, di kongreya Rêxistina Partiya xwe ya Hatayê axivî û got: “Em têkoşîna jiyaneke wekhev û adîlane bi rêve dibin.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Hatayê, 3’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li salona daweteke li bajêr li dar xist. Di salona ku bi alên HDP’ê hatibû xemilandin de, pankartên “Hevserokatî xeta me ya sore”, “Em li dijî komkujiyên jinan di îsyanê dene”, “Êrîş û zext me têk nebin” û “Bingeha hêvî û aştiyê Partiya Demokratîk a Gelane” hatin daliqandin.    Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari di kongreyê de axivû û bal kişand ser bandarên şerê navxweyî ya Sûriyeyê yên li ser Hatayê. Hatîmogûllarî, diyar kir ku Tirkiyeyê di êrîşên xwe yên li dijî Bakurê Sûriyeyê de zarokan jî dike hedef.    'DIXWAZIN MEREŞÊN NÛ DUBARE BIKIN’   Hatîmogullari, dest nîşan kir ku tê xwestin, bûyerê li Sîwas û Mereşê dubare bikin û wiha got: “Pirsgirêka elewiyan, pirsgirêkek dîrokiye. Desthilatdariya siyasî ji bo ku tengaviyên xwe derbas bike, birînên heyî dixurine. Yek ji van birînan jî pirsgirêka elewiyane. Em carek din dibêjin ku wê elewî heya ku azadiyê têbikoşin.”    ‘EMÊ TÊKOŞÎNA XWE DEWAM BIKIN’   Parlameterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl piştî axaftina Hatîmogullari axivî û diyar kir ku welat bi rejîma yek zilamî tê bi rêve birin, Meclîsê êdî bê bandor bûye û OHAL daîmî bûye. Togrûl, da zanîn ku ligel hemû êrîş û zextan jî ewê têkoşîna xwe dewam bikin û got: “Em ê li her derê li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê têkoşîna xwe dewam bikin. Hêviya hemû gelan bûye HDP. Emê weke partî, têkoşîna xwe ya azadî, wekhevî û edaletê dewam bikin.”    Piştî axaftinan raporên xebat û maliyeta partiyê hatin xwendin. Dûre ji bo Hevserokatiya Rêxistina HDP’ê ya Hatayê Aysel Eşiyok û Kerem Nalbant hatin hilbijartin.