NY: Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê zarok kuştin 2019-12-08 14:22:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Meclisa Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Rupert Colville, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ku li Til Rifetê 8 zarok 12 sivîl kuştin tawanbar kir û diyar kir ku li dijî qanûnan tev geriya ne û sûcê şer kirine.    Berdevkê Meclisa Mafên Mirovan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (OHCHR) Colville, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ku li Til Rifhatê 8 jê zarok 12 sivîl kuştin, tawanbar kir û diyar kir ku sûcê şer kirine. Berdevkê Komseriyê Robert Colville wiha got: "Topbarana ku komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk a li nêzî dibistana Til Rifetê, herî kêm bû sedema kuştina 12 sivîlan, jê jî zarokên di navbera 3-15 saliyê de." Colvîlle, bal kişand ser îmzekirina peymana di navbera DYA’yê û Tirkiyeyê ya 22’yê Cotmehê de û wiha got: "Komseriyê bilindbûna êrişên bi erebeyên bombebarkirî li herêmên ku tê de şênî hene, wek sûkên li Hesekê, Reqa û Helebê, qeyd kirin. Ev binpêkirin dê xwe bigihîne sînora bêserûberî û binpêkirina xeter a qanûna mirovî ya navdewletî û sûcên şer pêk tîne."      Hêzên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê li Til Rifetê di 2’yê Kanûnê de êrîş kiribûn û 8 jê zarok 12 kes hatibûn kuştin.