Qeyûm tayînî hemû şaredariyên HDP'ê yên Wanê kirin 2019-12-08 13:55:03   WAN – Li Wanê piştî hevşaredarên Bêgirî, Elbak û Qelqeliyê yên HDP'î hatin binçavkirin di 7'e Kanûnê de qeyûm tayînî şaredariyên van 3 navçeyan kirin. HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de li Wanê 10 şaredarî qezenç kiribûn. Bi hinceta 3 hevşaredar bi KHK'ê hatine îxrackirin mazbataya wan nedan wan. 7 şaredarî jî bi rêya tayînkirina qeyûman ji destê HDP'ê derxistin.    Rêxistina  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê di hilbijartina 31'ê Adarê de 10 şaredarî qezenç kiribûn. Hikûmeta AKP'ê 3 şaredarî bi hinceta KHK'ê ji destê HDP'ê derxist û 7 şaredarî jî bi qeyûman ji destê HDP'ê derxist. Wezîrê Karên Hundir di 7'ê Kanûnê de li Bajaroka Aviskê ya Bişêriyê qeyûm tayînî şaredariyê kir. Di heman rojê de li Wanê jî piştî hevşaredarên Qelqelî, Elbak û Bêgirê binçav kirin, qeyûm tayînî şaredariyên wan kirin. Piştî duh qeyûm tayînî 4 şaredariyan kir, Wezîrê Karên Hundir ji hilbijartinê heta niha qeyûm tayînî 28 şaredariyên HDP'ê kirin. HDP piştî hibijartina 31'ê Adarê mazbatayên 65 şaredariyan girtibûn. Lê ji 65 şaredariyan 28 şaredarî qeyûm tayînî wan kirin. Li Wanê jî 10 şaredarî bi dest xistibûn. Wezîr bi hinceta Hevşaredar bi KHK'ê hatine dûrxistin mazbata nedan Şaredarên Ebexe, Artemêtan û Tuşbayê. Wezîrê Karên Hundir piştî di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredaiya Bajarê Mezin a Wanê kir, di dîrokên cuda de qeyûm tayînî Şaredaiyên Erdîş, Serav, Rêya Armûşê û herî dawî di 7'ê Kanûnê de jî qeyûm tayînî Şaredariyên Bêgirî, Elbak û Qelqeliyê kirin.    Hevşaredarên Elbak, Bêgirî û Qelqeliyê jî, di 6'ê Kanûnê de hatibû binçavkirin û hêj di bin çavan de ne.    Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Murat Sarısaç û Muazzez Orhan, têkildarî tayînkirina qeyûman ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivîn.    SARISAÇ: QEYÛM PERÇEYÊ PLANA TÊKBIRINÊ YE     Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç, diyar kir ku tayînkirina qeyûman a li dijî şaredariyên partiya wan, bi plana ku di sala 2014’an de bi civîna MGK'ê de hat girtin, dest pê kir û wiha got: "Tayînkirina qeyûman, perçeyekî plana têkbirinê û perçekirinê ye. Her çend wekî li dijî HDP’ê nîşan bidin jî di esasê xwe de li dijî Hemû Kurdan e. Di sala 1915’an de li dijî Ermeniyan û piştî şerê duyemîn ê cîhanê jî li dijî cuhiyan komkujî pêk hat. Îro jî li dijî Kurdan vê êrîşê pêk tînin. Tirkiye dixwaze vê yekê gav bi gav têxe meriyetê. Di sala 1938’an de li Dersimê, Geliye Zîlan û gelek komkujiyên din pêk hatin. "    Sarisaç anî hêzên din ên muxalif jî rexne kir û wiha got: "Partiya muxalif a sereke û muxalifên din wisa bawer dikin ku tenê ev zext û tundî bi Kurdan bi sînor bimînin. Lê partî û rêxistinên muxalif xwe dixapînin. Ger ku şaredariyek bi denegê ji sedî 77'an hatibe qezenç kirin û qeyûm tayînî wê dikin, li vir peyamê ne tenê didin HDP’ê, di heman demê de peyamê didin CHP'ê jî. Em vê yekê ji bûyerên 1925, 1938, komkujiya Roboskê û heri dawî ji komkujiya Til Rifatê ku 8 jê zarok 10  sivîlan dizanin.    ORAHN: ÎXTÎDARA YEKPEREST TÊ TEQEZ TÊK BIÇE   Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan jî anî ziman ku tundî û zextên li ser partiya wan nagêjin armanca xwe û wiha got: "Gelê 3 navçeyên me yên qeyûm tayînî vîna wan hatiye kirin bertek û hêrsa wan gelek zêde ye. Hevşaredarên me bi îdîayên bê bingeh tên tawanbarkirin. Bi nûçeyên derew û û bê kok hişekî ava dikin. Binçavkirin û girtina hevşaredarên me bi temamî li dijî hiqûqê ye. Tu bingeha hiqûqî û zagonî ya binçavkirinan tune ye. Tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên me di serî de li dijî pergala Hevserokatî û Hevşaredariyê ye. Em dê li dijî qeyûman, hişê mêr û yekperest têkoşîna xwe berdewam bikin. Teqez hişmendiya yekperest dê li dijî têkoşîna me ya demokratîk û azadîparêst têk biçe. Em ê nûnertiya wekhev li her derê pêş bixin û bi ser bixin.