Mirinek bi guman a jinekê 2019-12-08 13:20:49   AMED - Hat îdîakirin ku li gundê Nerîbê Axo yê Navçeya Hênê ya Amedê Remziye Yalçin bi demançeya bavê xwe întîxar kir.    Li gorî agahiyan, li gundê Nerîxê Axo yê Navçeya Hênê ya Amedê Remziye Yalçin a temenê wê18 salî întîxar kir. Hat îdîakirina ku Yalçin bi demançeya bavê xwe gule bera zikê xwe daye û birîndar bûye. Yalçin a birîndar bû destpêkê rakirin nexweşxaneya Navçeya Hênê. Piştre Yalçin sewqî Nexweşxaneya Fakulteya Zanîngeha Dîcle ya Amedê kirin. Yalçin, di rê de jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Yalçin ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxana Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Hat diyar kirin ku cenaze wê piştî otopsiyê li gundê Nerîbê Axo defin bikin.    Hat îdîakirin ku Yalçin bi kesekê ku nexwestiye re hatiye nîşanî kirin û berî întîxar bike, ji malbata xwe re nişeyek hiştiye.   Hat hîn bûn ku di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de îfadeya şahidan hatiye girtin û derbarê bûyerê de jî heya niha kesek nehatiye binçavkirin.