Songula 12 salî ya wesayîta lê xist, jiyana xwe ji dest da 2019-12-08 11:53:05   ÊLIH - Li Êlihê, zaroka 12 salî Songul Acar a xwest derbasî aliyê din ê rê bibe, di bin erebeya lê xist de ma û jiyana xwe ji dest da. Ajokarê wesayîtê hat binçavkirin.    Duh di saetên şevê de, li ser rêya di navbera Êlih û Sêrtê de qeza rû da. Li gorî agahiyan, zaroka 12 salî Songul Acar a xwest darbasî aliyê din ê rê bibe, wesayîta plaka wê 34 LK 8453 lê qulibî. Acar a wesayîtê lêxist jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Acar piştî qezayê ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Herêmê ya Êlihê. Polîsan ajokarê wesayîtê yê navê wî nehat zanîn binçav kirin û derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.  Welatiyên piştî qezayê li cihê bûyerê kom bûn, bertek nîşanî nebûna bihorka jorin a li ser rê dan. Li ser vê yekê polîs û TOMa sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Piştî demekê Midurê Ewlekariya Bajêr Koroglû Kiraç hat cihê bûyerê û hevdîtin bi welatiyan re kir.