Ciwanê ku bi hevala xwe re rastî gefan hat serî li ÎHD'ê da 2019-12-08 11:40:53   AMED - Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Devrim Nadîr Ozen ê bi hevala xwe ya jin re li heman zanîngehê dixwîne, ji ber rastî gefa notirvanê apartê û 30 kesan hat serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da.    Xwendekarê pola 3'emîn a Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dicleyê Devrim Nadir Ozen, dema hevala xwe ya li heman zanîngehê dixwîne, bir Aparta Jinan a Karanfil a li Deriyê Çiyê ya Yenîşehîra Amedê danî, rastî gefa notirvanê apartê û 30 kesên din hat. Ozen, diyar kir ku di 6'ê kanûnê de dema hevala xwe bir Aparta li kolana Hindî Baba danî û vegeriya, rêveberiya apartê bang li hevala wî kirine û jêre gotine; "Şeniyên taxê der barê we de tiştên ne baş dibêjin. Şêniyên taxê dê we lînç bikin." Ozen, diyar kir ku dema hevala wê bertek nîşan da, di navbera hevala wî û rêveberan de niqaş derket û wiha got: "Li ser vê yekê notirvanê apartê xwe li hevala min rakişand. Piştî bûyerê ez vegeriyam çûm Aparta Jinan a Karanfilê.  Dema notirvan ez dîtim derket derve. Ez birim çem koma 20-30 kesan ên bi kum û rih. Yên komê notirvan nas kirin. Notirvan ez nîşanî wan dam û got 'Ev ew e. Endamên komê neheqî li min kirin û gef xwarin. Gotin 'Hûn xwendekar sinca taxê xera dikin' Hûn tev karê fihûşê dikin.' Di nava wan de hin kesan jî gotin 'Divê mirov we bikuje' û gef xwarin. "    Ozen, anî ziman ku hevala wî rastî tacîza fîzîkî û devkî ya notirvan hatiye û serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da. Ozen, di serlêdana ÎHD'ê de anî ziman ku ewlehiya wan tune ye û alîkariya hiqûqî xwest. Ozen, piştî serî li ÎHD'ê da, dê bi rêya parêzerên ÎHD'ê serî li dozgeriyê bide.    Ozen, destnîşan kir ku ji ber gefên li wan tê xwarin ewlehiya wan tune û bi fikar in.    MA / Arjin Dîlek Oncel