Xelîl Xemgîn: Lîstik bi ‘yekitiyê’ pûç dibin Rotînda: Em ji Qamişlo heya Hewlerê bimeşin 2019-12-08 11:10:37 STENBOL - Hunermendên kurd, ji bo “yekitiya neteweyî” ketin nava liv û tevgerê. Hunermendê navdar Xelîl Xemgîn, diyar kir ku kurd bi “yekitiyê”encex karibin hemû lîstîkan pûç bikin. Hunermend Rotînda jî, pêşniyara meşekê ya ji Qamişlo heya Hewlêre kir û got: “Em dest ji pêşdaraziyên xwe berdin. Piştî ku gel bixwaze, divê yekitî pêk were.”    Ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û hunermendên kurd ên li Ewropayê dijîn, piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxwaza “Yekitiya neteweyî” di 5’ê Kanûnê de, ji bajarê Lozanê heya Cenevreyê meşek li dar xistin. Meş 3 rojan dewam kir û gelek hunermendên kurd tevlî bûn. Hunermendên ku di meşê de cih girtin, diyar kirin ku gelê kurd di sedsala 21’emîn de encex bi yekitiyê bibin xwedî statu.     XELÎL XEMGÎN: ARMANC KOMKUJIYA KURDAN E    Hunermendê kurd ê navdar Xelîl Xemgîn, anî ziman ku kurd bi sedsalane li dijî polîtîkayên komkujiyê, sîrgûnkirinê û bişavtinê li ber xwe didin. Xemgîn, diyar kir ku heya roja îro gelek bedelên giran hatin dayîn û wiha axivî: “Berdêla wê çi dibe bila bibe, divê kurdên bên gelhev û bibin yek. Ger yekitiya neteweyî neyê avakirin, wê li dijî kurdan êrîşên pir giran pêk werin. Çawan ku di sedsala derbasbûyî de li ser Ermeniyan komkujî pêk anîn, wê di vê sedsalê de jî li dijî kurdan komkujiyê pêk bînin. Niha, di armanca hemû dewletên kurd kirin 4 parçe û ji dûr xistin de, komkujiya li ser kurdan heye. Kurd bi “yekitiyê”encex karibin van hemû lîstîkan pûç bikin.”    Xemgîn, bal kişand ser yekitiya neteweyî û wiha got: “Banga me ya yekitiyê, ji hestan zêdetir xwedî fikrekê ye. Ev rewşa ku derketiye holê, dîrokiye. Ji bo civak û siyaseta kurd banga me heye. Em dixwazin ramana yeketiya neteweyî belav bikin. Armanc û erkeke me ya wisan heye. Ji bo vê ramanê wê şandeyek, an jî delegasyonek bê avakirin. Emê li deriyê hemû sazî û dezgehên gelê kurd bixin. Em ji bo wan behsa talokeya heyî bikin. Em di wê bariyê de ne ku, emê di demek nêz de civaka xwe bikin yek.”   ROTÎNDA: EM DEST JI PÊŞDARAZÊN XWE BERDIN   Hunermendê kurd Rotînda jî, da zanîn ku divê çalakiya wan belavî tevahiya cîhanê bibe û wiha axivî: “Divê em ji Qamişlo heya Hewlerê meşekê li dar bixin. Di vir de jî pewîste ku hunermend û ronakbîr rola xwe baş bilîzin. Evê pir bi wate be. Êdî kurd gihane wê zanebûnê ku bi hevre tevbigerin û yekitiya xwe ava bikin. Êdî em dest ji pêşdarazên xwe berdin. Rola hunerê wê di vir de pir mezin be. Ez di wê baweriyê deme ku ev hewldana hunermendan bi encam bibe. Em dixwazin hemû partiyên kurdan bînin gel hev û emê vê yekê bi ser bixin. Gel dixwaze ku hunermend pêşengtiyê bikin. Piştî ku gel xwest, wê demê divê yekitî pêk  were.”   Rotînda, dest nîşan kir ku divê tu binesaziyeke kurd ji derveyî vê pêvajoyê nemîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lazime ku hemû hunermend piştgiriyê bidin vê raman û helwestê.”