Wesayîtên bê plake HDP'iyan dişopînin 2019-12-08 09:32:55   AYDIN - Li Aydinê, çendek e HDP'î ji hêla hin wesayîtên bê plake û biplake tên şopandin. Endamekî partiyê ku sê wesayîtên bêplake ew şopandin, hindik mabû ber bi şarampolê ve biçe.    Li Aydinê, endam û rêveberên HDP'ê ji hêla hin wesayîtên bêplake û bilake tên şopandin. ev kesên navbirî nexasim Hevserokê HDP'a Aydinê Bariş Goze û endamên jin dişopînin.    Ji van wesayîtan hin jê tim li ber mala Goze disekinin û gava Goze ji malê derdikeve wî dişopînin. Herî dawî di 3'yê Kanûnê de endama Komîsyone Kongreya Bajêr gava ji bo hin xebatan çûbû Sûltanhîsarê, di vegerê de hatibû şopandin. Ev kesên navbirî bi 3 wesayîtan ew şopandin û li ser rêya Soke-Akbukê endama partiyê bi ronahiyên wesayîtê taciz kirine. endama jin ku hindik mabû qeza bike, paşê berê wesayîta xwe dide îstasyona sotemeniyê. Lê belê gava ji îstasyonê dertê dîsa tê şopandin.    BI WESAYÎTÊN BÊPLAKE TÊN ŞOPANDIN    Endama partiyê ya jin ku ji mirinê filitî û nexwest navê wê bê aşkerekirin, behsa bûyera ku di 3'yê Kanûnê de hat serê wê û endameke din a partiyê kir. Endama partiyê îdia kir ku gava ji Sûltanhîsarê vedigeriya wesayîteke reş ya bi marka Volkswagen Transporet, wesayîteke spî ya bi marka Renaûlt û wesayîteke bi marka Fîat Lînea ew şopandine û got: "Gava em ji navçeyê derketin hatin şopandin. Li ser vê me berê xwe da îstasyonê. Em hinekî sekinînin û cardin em ketin rê. Lê belê dîsa em şopandin. Li ser rêya Soke-Akbokeyê vê carê lezandin û xwestin berê wesayîta me bidin şarampolê. Heta noqteya polîsn a li ser rê em şopandin."    Goze jî anî ziman ku wesayîteke reş ya bi marka Mercedes heta sibehê li ber mala wî sekinandiye û gava ji malê derdikeve heman wesayît wî dişopîne.    Goze, destnîşan kir ku roja xebatên ji bo kongreya partiyê dest pê kirine heta niha tên şopandin û got: "Lê tevî ev qas zext û zoriyan jî gel dev ji HDP'ê berneda. Baş bi vê yekê dizanin û loma dixwazin endamên me bitepisînin. ev demeke hem ez, hem hevseroka me hem jî endamên me yên jin ji hêla hin wesayîtên biplake û bêplake tên şopandin."    Goze, diyar kir ku kesên wî dişopînin heta sibehê li ber mala wî disekinin û got: "Herî dawî heta sibehê li ber mala min man. Serê sibehê gava ji bo zarokên xwe bibim dibistanê derketim, heman wesayît li be rmalê bû û tê de du sê kes hebûn. Gava min zarok dibirin dibistanê ez şopandim. Ev yek tesîrê li zarokên min jî dike. Ewlehiya me tuneye."    GILÎ KIR    Goze, li Serdozgeriya Komarê ya Aydinê gilî kir.    MA / Esra Solîn Dal