ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2019'AN 2019-12-08 09:00:02   * Xwendekarê Zanîngeha Artûklûyê Hatîp Oncu ku hat binçavkirin, anî ziman ku di binçavan de 3 kesên xwe wekî "îstixbaratvan" dane naskirin sîxurtî lê ferz kirine. Oncu, serî li dozgeriyê da.    * Piştî di GABB'ê de qeyûm tayînî şûna 70 endamên meclîsê yên HDP'ê hat kirin, şaredariyên HDP'î ji GABB'ê vekişiyan.    * Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî, destnîşan kir ku civak bi binpêkirinên mafan ên mezin re rû bi rû dimîne û got: "Mafên herî sereke jî tên binpêkirin edalet pir kêm bûye. Em dikarin bêjin ku em bi dîmeneke tarî re rû bi rû ne."    * Li Palandokenê, karkeerên di sar û seqemê de li ser înşaeta Sîteya Mermervanan dixebitin, bal kişandin ser krîza aborî û gotin: "Salê carekê karek bi dest me dikeve û em mecbûr in bixebitin."    * Firat Namaz ku li erseyeke vala du sera çê kirin û dest bi çandiniyeke organîk dike, ji biharê heta payizê xiyar, îsot, bacanê sor û pîvazan; zivistanê jî kelem, tirp, roka, gijnîj, hêliz û marolan diçîne.    * Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Azad Baariş, got: "Kesên di rêya ku Apê Mûsayan vekiriye de dane pey heqîqetê, niha jî bi heman zext û zoriyan û girtinan re rû bi rû dimînin. Li hemberî zext û zoriyan pêdivî bi qadên berxwedanê heye."    *  Li Aydinê, çendek e HDP'î ji hêla hin wesayîtên bêplake û biplake tên şopandin. Endamekî partiyê ku sê wesayîtên bêplake ew şopandin, hindik mabû ber bi şarampolê ve biçe.    * "Komcivîna Tenduristiya Jinê" ya ji aliyê Navenda Giştî ya SES'ê ve hatiye organîzekirin, dê li Salona Konferansê ya Navenda Giştî ya Egitim Senê berdewam bike. (10:00)   * Rêxistina HDP'ê ya Hatayê dê li Salona Dawetê ya Gozde 3'emîn Kongreya xwe pêk bîne. (12.00)    * Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê dê bi dirûşmeya “Em dixwazin bi mirovî bijîn" li Qada Gel a Bakirkoyê mîtîngê li dar bixin. (13.00)   * Piştî eskeran bi ser gundê Mûşiyan de girt û 1 kesî jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes hatin binçavkirin, heyeta parlamenterên HDP'ê, dê îro biçin Gundê Mûşiyan ê Navçeya Dutax a Agiriyê û lêkolîn bike. (13.00)   * Panela "Pirsgirêka Kurd" a ku Vakfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî li dar dixe, dê bi mijara "Ji Roja Qedexekirina Kolanan Heta Îro" li Otela Mitannia Regency berdewam bike. (14.00-16.30)