Endamên HDP'ê yên Panosê hatin girtin 2019-12-08 08:28:16   AGIRÎ - Endamên HDP'ê yên Navçeya Panosê yên duh hatin binçavkirin, piştî sewqî dadgehê hatin kirin, heyeta dadgehê biryara girtinê da û şandin girtîgehê.    Rêveberê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Ege, Endamê Meclîsa Bajar Kutbettin Ozgun û endamên HDP'ê yên Navçeya Panosê Kadir Ege, Naim Durak, Cemil Can,  Atilla Dursun û Cevdet Can ku duh hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna li midûriyeta polîsan sewqî dadgehê kirin. Dozger piştî îfadeya 7 kesan girt bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgeha nobedar jî Atilla Dursun û Cevdet Can bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" girt û şandin girtîgehê. 5 kes jî serbest hatin berdan.