"Têkoşîna jinê û têkoşîna tenduristiyê girêdayî hev e" 2019-12-07 12:49:24 ENQERE - Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden, di Komcivina Tenduristiya Jinê de diyar kir ku mijara tenduristiyê wekî parastina cewherî pênase dikin û wiha got: “Têkoşîna jinê û tekoşîna tenduristiyê ketiye nava hev." Sekretera Jinê ya SES'ê Selma Atabey jî diyar ku ji her demê bêtir pêdivî bi têkoşîna jinê û rêxistinkirina jinê heye.    Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) yekemîn  “Komcivîna Tenduristiya Jinê" li Salona Konferansê ya Navendî ya Egîtîm Sen'ê li dar xist. Komcivîn dê du rojan berdewam bike. Di komcivînê de dê mijarên “Guhertina dîrokî ya keda tenduristiya jinê", “Biyanîbûna ji bedena xwe û venêrtina bedena jinê", “Xwegîhandina tenduristiyê ya karkerên jin ên demsalî û penaber" û "Polîtîkayen mufazakar û Tenduristiya Jinê" dê bê niqaşkirin.    Ewil Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden axaftina vekirinê kir. Erdem ewil hemû jinên di têkoşina ked, demokrasî û aştiyê û têkoşîna azadiya jinê de jiyana xwe ji dest dane bibir anîn. Erden, anî ziman ku ger îro li vê salonê vê xebatê dikin di encama tekoşîna wan de ev yek pêk tê û wiha got: "Em wekî SES'ê yekemîn komcivînê pêk tînin. Bê guman dê berdewama wê jî hebe. Tenduristî di dîrokê de her dem ji bo mirov û civak hebûna xwe berdewam bike qada berhevkarî û hilberînê ye. Mixabin di vê pêvajoyê de pergala serdest, dest daniye ser danehevên civakê. Kirdeya vê danehev û berhevkirinê jin e û keda jinê ye. Hêzên serdest dest danîne ser keda jinê.    ‘GUHERTINA TENDURISTIYÊ KEDXWARÎ YE'    Erden, destnîşan kir ku jin her dem di tenduritiyê de diyarker e û wiha got: “Lê îxdîdarê her dem agahî û zanîna jinê û keda wê desteser kiriye. Her dem jin di nava civakê de bi xwe ve girê daye. Ne tenê di qada tenduristiyê de, di gelek qadên din de jî jin bi xwe ve giredaye. Serdestan tenduristî ji bo xwe kiriye qadek serdestiyê. Bi taybeti pişti salên 70’êyan, ji bo sermayê li ser sermayeya serdestan zêde bike xistine xizmeta xwe. Kedkarên tenduristiyê yên jin, her dem keda wan hatiye binpêkirin. Sermaye her dem dixwaze jin zêde dem ji zarok û zewacê re veqetînin. Dixwazin jin di nava şert û mercên bê ewle û keda erzan de kar bikin. Bêtir keda jinên xizmeta tenduristiyê didin tê xwarin. Li vî welatî jî nerîna hêza baviksalar û serdestan ji yên din ne serbixwe ye. Dixwazin jinê ji jiyana civakî dûr bixin. Pêkanîna pergalê xezp e. Hêj çanda komkujiyê didome. Her roj herî kêm 3 hevalên me yên jin tên kuştin."      ‘TÊKOŞÎNA TENDURISTIYÊ Û JINÊ KETIYE NAVA HEV'      Erden, destnîşan kir ku têkoşîna jinê û têkoşina tenduristiyê ketiye nava hev û bi hevve girêdayî ye û wiha got: "Di dîroka bi destê serdestan hatiye nivîsandin keda jinê tune ye. Bi taybeti naxwazin mafê jinê li ser bedena wan jî hebe. Têkoşîna kurtajê hem weki têkoşîna jinê û hem jî wekî têkoşîna tenduristiyê pêş ketiye. Li ser beden û zanîna bedenê têkoşînek hiqûqî û siyasî hatiye meşandin. Dîsa ji xeynî têkoşînê tu çare tune ye."    ‘ŞERÊ CIVAKÎ FERZ DIKIN'   Sekretera Jinan a SES'ê Selma Atabey jî diyar ki ku ÎQtîdara AKP'ê krizek pir kûr dijî û wiha got: "Îqtîdar reformên aboriyê jî naxe rojeva xwe. Li şûna wê polîtîkaya şer dixe rojeva xwe. Îqtîdar bi êrîşên li dijî destkeftiyên Kurdên li Sûriyeye û ferzkirina şer a li ser civakê, şer li ser civakê ferz dike. Jin û zarokên ji şer direvin, rastî pirsgirêken tenduristiyê û keda erzan tên. Ji ber vê yekê Şer pirsgirêka gel û civakê ye. Pirsgirêka jinê ye. Şer li ser civakê travmayek pir kûr pêş dixe. Ji ber vê yekê bêtir pêdivî bi têkoşîna hevpar a jinan heye. Bêtir pêdivî bi yekîtî û rêxistina jinan heye."      Sekretera Jinê ya KESK'ê Gulistan Atasoy jî diyar kir ku SES ji duh heta îro têkoşînê dide û wiha got: "Kapitalizmin di nava krîzek pir kûr de ye. Di vê pêvajoya krîzê de bloka AKP - MHP'ê jinê dike hedef. Jin hem betal in, hem jî li cihê kar rastî tundiyê tên. "   Komcivîn didome.