Jina ku Serokê Egîtim-Bîr-Sena Amedê Memîş gef lê xwarin alîkarî xwest 2019-12-07 12:30:42   AMED – Betul Gulçîçek angaşt kir ku Serokê Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm-Bîr-Senê ya Amedê Yunus Memîş gefên mirin û tecawizê lê xwariye û di Tiwîtterê de peyamên gefxwarinê yên Memîş parve kir û daxwaza alîkariyê kir.    Jina bi navê Betul Gulçîçek angaşt kir ku Serokê Şaxa Jimara 1’an a Egîtîm-Bîr-Senê ya Amedê Yunus Memîş gefên mirin û tecawizê lê xwariye. Gulçîçek peyamên gefxwarinê yê Memîş li ser hesabê xwe yê medya civakî Twîtterê parve kir. Gulçîçek da zanîn ku wê têkildarî van gefan serî li Serdozgeriya Komarê daye û serlêdana wê bêbersiv maye û daxwaza alîkariyê kir.    ANGAŞTA GEFA MIRIN Û TECAWIZÊ    Gulçîçek a ku hesabê nû yê twîtterê vekiriye di parvekirinên xwe de Wezareta Dadê, Wezareta Perwerdehiyê ya Milî, Wezareta Karê Navxweyî, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), rojnameger û gelek saziyên jinan etîket kir.    Gulçîçek peyamên Yunus Memîş ku jê re şandiye wiha parve kir: “Wê kî te ji destê min xelas bike. Eger tu wê şaşîtiyê bikî, ez ê tebikujim. Heke ew axaftin li cihekî were belavkirin û biçe ber destê dozgeriyê ez ê te bikujim. Ez ê nekim lê gelek zilamên te bikujin li derdora min hene. Li dozgeriyê gelek dostên min hene. Qey tu bawer dikî dê dozgerî ji te bawer bike. Sibê were cihê her demê. Heke tu sibê neyê tu zanî dê çi bibe.”   Gulçîçek li gel wêneyên ekranê jî 13 twît parve kir û angaşt kir kut ê tehdîtkirin.    Gulçîçek anî ziman ku her çiqas wê serî li Dozgeriya Amedê dabe jî îfadeyên Memîş negirtine.    ANGAŞTA MEMÎŞ    Memîş piştî van parvekirinên li ser medya civakî angaştan derewand. Memîş angaşt kir ku bi telefonek sexte ku wêneyê wî hatiye dizîn û li profîlê whatsapê hatiye barkirin peyam ji Gulçîçek re hatine şandin. Memîş got ew ê giliyê vê meseleyê bike.