Taş: Ev ne qeyûm e dagirkirina şaredariyê ye 2019-12-07 12:08:30   ÊLIH – Hevşaredar Awîskê Hatîce Taş xwest derbasî avahiya şaredariyê bibe lê eskeran bi mertalên xwe ew asteng kir. Qeyûm Sînan Aşci yê vê sibehê jî hat tayînkirin bi maşîneyên zirxî derbasî hewşa şaredariyê bû.   Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî vê sibehê qeyûm tayînî Şaredariya Bajarokê Awîskê ya girêdayî navçeya Qubîna Êlihê hat kirin. Serê sibê zû bi dehan esker bi ser avahiya şaredariyê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Eskeran nehişt kes nêzî şaredariyê bibe û dorpêçkirina eskeran didome.   QEYÛM BI MAŞÎNEYÊN ZIRXÎ HAT ŞAREDARIYÊ    Qeymeqamê Qubînê Sînan Aşci yê wek qeyûm hat tayînkirin bi maşîneyên zirxî derbasî hewşa şaredariyê bû û ket avahiyê.    DESTÛR NEDAN HEVŞAREDAR BIÇE AVAHIYA ŞAREDARIYÊ   Hevşaredara Awîskê Hatîce Taş xwest derbasî avahiya şaredariyê bibe lê eskeran bi mertalên xwe ew asteng kirin û destûr nedan derbasî avahiyê bibe.    TAŞ: ŞAREDARIYA ME DAGIR KIRINE    Hevşaredar Taş têkildarî tayînkirina qeyûm axivî û wiha got: “Me ji wezîfeyê dûr xistin. Qeyûm tayîn kirin. Lê mirov ji vê re nikare bêje qeyûm tayîn kirine, şaredarî dagir kirine. Îqtîdarê carek din rûyê xwe veşartî nîşanî me da. Em hêj nûnerên gelê xwe yên hatine bijartin in. Yên tayînkirin ji zimanê gelê me fêm nakin. Em ê li ber xwe bidin.”    Hat zanîn ku Hevşaredar Osman Karabulut li derveyî bajêr e. Hevşaredar Taş û komek welatî bendemayîna xwe ya li ber şaredariyê didomînin.