Ferît Şenyaşar: Dozger li dijî me parêzerî kiriye 2019-12-07 11:17:06 RIHA - Dozger der barê kuştina 3 kesên ji malbata Şenyaşar 18 meh şûnde îdîaname amade kir. Dozger di îdîanameyê de cih neda kuştina bav ê li Nexweşxaneyê Dewletê ya Pirsûsê hat kuştin. Ferît Şenyaşar, bertek nîşanî naveroka îdîanameyê da û diyar kir ku dozger wekî parêzeriya kesên dijberî wan bike dev digere.  Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li Pirsûs a Rihayê xizm û parêzvarên Parlementerê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Hecî Esvet Şenyaşar û kurê wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Di bûyerê de birayê Yildiz Mehmet Alî Yildiz jî miribû û ji malbata Şenyaşar Mehmet û Ferît Şenyaşar jî di nav de 8 kes birîndar bibûn. Di ser bûyerê re 18 meh derbas bûn. Piştî 18 meh borîn hêj nû Serdozgerê Komarê yê Rihayê têkildarî bûyerê doz vekir. Dozger di îdîanameyê de cih neda kuştina bav Esvet Şenyaşar ê li nexweşxaneya dewletê ji aliyê xizmên parlamenter Halîl Îbrahîm Yildiz ve hat kuştin. Dozger tenê lêpirsîn bi kuştina Adil, Celal Şenyaşar û birayê wekîl Yıldız Mehmet Şah Yıldız bi sînordar kir. Piştî 3 dozger hat guhertin, îdîaname hat amadekirin. Dema malbat û xizmên Halîl îbralîm Yildiz êrîşî nexweşxaneya Pirsûsê kirin û Esvet Şenyaşar kuştin, Wezîrê Çandiniyê Eşref Fakibaba, Waliyê Rihayê û Qeymeqamê Pirsûsê jî li wir bûn. Lê ligel vê yekê dozger cih neda kuştina bav Esvet Şenyaşar. Emîne Şenyaşar bertek nîşanî naveroka îdîanameyê da û wiha got: “Li gorî xwe îdîaname amade kirine. Ferît Şenyaşar  jî got: “Em vê îdîanameyê qebûl nakin."    ‘LI GORÎ XWE ÎDÎANAME AMADE KIRINE'   Emîne Şenyaşar a ku xizmên Halîl Îbrahim Yildiz bi ser dikana kurê xwê de girtin û 2 kurê wê kuştin û piştre bi ser nexweşxaneyêde girtin hevjînê wê li nexweşxaneyê kuştin, bertek nîşanî îdîanameyê da û wiha got: “Gotin hûn biçin li mala xwe rûnên. Li gorî xwe îdîaname amade kirin. Hemû sûc avêtine stuyê me. Tenê em sûcdar kirine. Li gorî xwe dosya amade kirine. Çima lêkolîn nekirine. Çima dîmenên li nexweşxaneyê derxistine. Qira malbata me anîn. Ev bê wîcdarî çiye? Çima Halîl Îbrahîm Yildiz naşopînin. Bi xwîna zarokên min dîwarê nexweşxaneyê boyax kirin. Ez û Hacî çûn cihê bûyerê. Piştre hevjînê min Hecî li pêş çavê min qetil kirin. Min bang li polîsan kir. Min got Zaroken min dukujin. Lê tiştek nekirin."    'EM VÊ ÎDÎANAMEYÊ QEBÛL NAKIN'    Ferît Şenyaşar, jî bertek nîşanî îdîanameyê da û wiha got: "Di ser bûyerê re 18 meh borîn. Hêj nû îdîanameyê amade dikin. Ji bo me tu wateya vê îdîanemeyê tune ye. Ev îdîaname yek alî amade kirine. Tenê em tiştekî dixwazin. Em dixwazin îdîaname bê alî û li gorî edaletê bê amadekirin. Li kargeriya me dimen hene. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dîmen hene. Em dixwazin van dimenan derxin holê. Em dixwazin dozger ji nûve vê îdîanameyê amade bike. Li nexweşxaneyê 2 birayên min û bavê min bi hovîti qetilkirin. Di îdîanameyê de tu geşedanên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê pêş ketine tune ye. Cih nedane geşedanên li nexweşxaneyê. Ji ber vê yekê em vê îdîanameyê qebûl nakin. Em dozgerekî nû dixwazin. Bi vî dozgerî ev doz nameşe. Dema îdîaname amade kirine paşedora me lêkolîn kirine. Têkildarî girtina bavê min lêkolîn kirine. Lê mavê min neheq hatiye girtin. Bavê min piştî hat girtin 20 roj şûnde hat berdan. Em edaletek bê alî dixwazin. Em dixwazin birayê min ê girtî jî serbest bê berdan."