Qeyûm tayînî şaredariyên Elbak, Bêgirî û Qelqeliyê kirin 2019-12-07 10:42:45 WAN – Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên Qelqelî, Bêgirî û Elbakê kir.     Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên navçeyên Elbak, Bêgirî û Qelqeliyê hatin kirin. Duh Hevşaredarên Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Amaç, hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar hatibûn binçavkirin û îro jî qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin.    Di şûna hevşaredarên Qelqeliyê de Qeymeqamê Qelqeliyê Abdulkadîr Çelîk hat tayînkirin. Di şûna Hevşaredarên Elbakê de jî Qeymeqamê Elbakê Asik Solak wek qeyûm hat tayînkirin. Di şûna Hevşaredarên Bêgirê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan de jî Qeymeqamê Bêgirê Erkan Savar wek qeyûm hat tayînkirin.    HEVŞAREDAR DI BINÇAVAN DE NE    Duh serê sibê polîsan bi ser mala hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç û Dîlan Orencî û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar de girtibû û wan binçav kirin. Her pênc hevşaredar jî li Miduriyeta Polisan a Wanê tên ragirtin.