Bi boneya gotina ‘Refleksa dîktatoriyê’ Zirig xistin ber lêpirsînê 2019-12-07 10:01:16 ŞIRNEX – Bi boneya Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ji wezîfeyê hat girtin gotibû “Refleksa dîktatoriyê” bi angaşta “Heqaret li Serokkomar kiriye” xistin ber lêpirsînê.  Hevserokê Şaredariya Cîzîrê yê HDP’ê Mehmet Zirig ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin xistin ber lêpirsînek nû. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê bi angaşta “Heqareta li Serokkomar” lêpirsîn da destpêkirin û Zirig çû Dadgah Cizîrê û îfade da. Hat zanîn ku bi boneya Zirig piştî tayînkirina qeyûm di roporta xwe ya Ajansa Mezopotamyayê de gotiye “Refleksa dîktatoriyê” hêncet hatiye nîşandan.    ‘MIN MAFÊ XWE YÊ MUXALEFETÊ BIKAR ANIYE’   Zirig da zanîn ku wî gotina “Refleksa dîktatoriyê” di axaftina xwe ya piştî tayînkirina qeyûm de aniyeziman û got: “Min vê gotinê ji bo bloka AKP û MHP’ê anîbû ziman. Min di çarçoveya azadiya gotinê de axaftina xwe kiriye. Her wiha min wek hevşaredarek ji partiyekî hatime bijartin mafê xwe yê muxalefetê bikar aniye. Ez sûcdariya avêtine ser min qebûl nakim.”    ‘EM Ê BÊJIN ÇI GELO?   Zirig anî ziman ku heke ew vê gotinê bixin ber lêpirsînê tê wê maneyê ku wê gotinê qebûl dikin û got: “Ew jî di ferqa vê yekê de ne. Dîktatorî pêkanînek rêveberinek kêfî ye. Heke em ji tayînkirina van qeyûman re nebêjin refleksa dîktatoriyê lê em ê bêjin çi gelo? Heke naxwazin em vê bêjin divê van pêkanînên xwe birêkûpêk bikin. Wek din jî rêya vê yekê nîne.”