Malbatên Ronoskê: Edalet di binê piyan de ye 2017-12-07 16:22:13   ŞIRNEX - Malbatên Roboskê 310 heftene edaletê dixwazin. Malbatan aşkera kir ku ne di warê edlî û ne jî di warê îdarî de der barê komkujiyê de tu lêpirsînek nehatiye dest pê kirin û paştrast kirin ku edalet di binê piyan de ye.   Li gundê Roboskê ya navçeya Qilebana Şirnexê êrîşa hewayî pêk hatibû û 34 kes hatibû qetilkirin. Malbatên wan 310 hefte ne li edaletê digerin û li ser gora zarokê xwe hatin gel hev. Malbatan pankarta "Ji bo Roboskê, ji bo edaletê, bila faîl bên darizandin" vekirin. Li ser navê malbatan Velî Encu daxuyanî xwend. Encu aşkera kir ku ew hezar û 170 roj in li edaletê digerin û ev tişt got: "Piştî komkujiyê divê rayedarên TSK'ê û partiya desthilatdariyê îstifa bikirana. Der barê komujiyê de tu lêpirsîn nehat destpêkirin û tu pêşketin li holêtune. Edalet hildan bin lingan."