Qeyûm tayînî Şaredariya Awîskê kirin 2019-12-07 09:26:02 ÊLIH – Serê sibê eskeran bi ser Şaredariya Bajarokê Awîskê de girt. Qeyûm tayînî şûna Hevşaredar Osman Karabulut hat kirin.    Serê sibehê eskeran bi ser avahiya Şaredariya Bajarokê Awîskê ya girêdayî navçeya Qûbîna Êlihê ve girtin. Eskeran şaredariyê dorpêç kir û hat zanîn ku li avahiyê lêgerîn pêk anîne. Dorpêça polîsan didome.   QEYÛM TAYÎN KIRIN   Li ser daxwaza Wezareta Karê Navxweyî bi angaşta Hevşaredar Osman Karabulut ji “Endamtiya Rêxistinê” tê darizandin ji wezîfeyê hat dûrxistin û Qeymeqamê Navçeya Qûbînê Sînan Aşci wek qeyûm hat tayînkirin.