Di vê sar û seqemê de li derve radizên! 2019-12-07 09:04:06 WAN - Şêniyên Taxa Qaşqol a Elbakê, nikarin di xaniyên xwe yên ji ber erdhejê zerar dîtiye rûnên. Welatiyên li vê taxa ku gelek rojan erdhejên biçûçik lê çê dibin dijîn, di vê sar û seqemê de di bereqeyan de dimînin.  Şêniyên Taxa Qaşqol a navçeya Elbak a Wanê ku li sînorê Îranê ye, nikarin di xaniyên xwe yên ji ber 2 erdhejên di meha Mijdarê de çê bûn derb xwarine de bimînin. Di ser her du erdhejan re 3 hefte derbas bûne, lê belê hîn jî car carina erdhejên biçûçik çê dibin û hema bêje ji ber van erdhejan xaniyên taxê hemû derb xwarine. Ji ber vê welatî di vê sar û seqemê de di bereqeyên nayylon de dimînin.    Keyayê taxê Zubeyîr Zengel, anî ziman ku ji bo konan û konteyneran serî li AFAD û Qeymeqamtiya Navçeyê dane, lê belê di ser re 3 hefte derbas bûne hê jî tiştek nehatiye kirin. Zengel,g ot: "Min bi midûrê AFAD'ê re xeber da; wan jî berê me dan cihên din.Li vî gundî nêzî 500 mirov hene. Ên derfetên wan hene li ber xaniyên xwe bereqe çê kirine. Dinya sar bûye, wê zarokên me nexweş bikevin."    'EM HER ÊVAR LI DERVE NE'    Zengel, da zanîn ku ji ber van erdhejên biçûk her êvar derdikevin derve û got: "Em nikarin biçin malên xwe. Derz li hemû malan ketiye. Mirov diqilqil in. Berî felaketên mezin çê ibin em dixwazin hin tevdîr bên girtin. Bila alîkariya me bê kirin."    Şêniyê gund Sayim Yilmaz jî diyar kir ku newêrin biçin malên xwe û got: "Bi şev du sê caran erdhejên biçûçik çê dibin. Me bi derfetên xwe kon çê kirin. Ji bo zarokên me tê de rakevin. Xaniyên me ê heriyê ne. Loma talûke ne. Em dixwazin rojek berî rojekê konteyner an jî konan bidin me."