70 sal in xizêm di pozê wê de ye 2019-12-07 09:03:34 WAN - Halîme Orhan a 77 salî 70 sal in heman xizêmê dixe pozê xwe. Orhan ku xizêma ji diya wê jê re maye qet ji pozê xwe dernaxe got, ew ê jî ji keça xwe re bihêle.  Di çanda kurdî de xizêm, ji bo jinan sembolek e ku tê wateya jina an zewicandiye an jî dergistiye. Li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê jî Halîme Orhan a 77 sal î tam 70 sal in heman xizêmê dixe pozê xwe. Orhan ku xizêma ji diya wê jê re maye qet ji pozê xwe dernaxe, dibêje ew ê jî ji keça xwe re bihêle.    WÊ EW JÎ JI KEÇA XWE RE BIHÊLE    Orhan, anî ziman ku ji 7 saliya xwe ve xizêmê dixe pozê xwe û êdî bûye perçeyek jê. Orhan, anî ziman ku ew ê vê xizêmê ji zarokên xwe re bihêle û got: "Gava kesên dibînin 70 sal in ev xizêm di pozê min de ye heyr dimînin û pir jî diecibînin. Gava min ewilî xistibû pozê xwe qula pozê min çirandibû. Gava pozê min rihet bû min dîsa xistê. Çimkî hem diyariya diya min e hem jî pir li min tê. Ez ê jî ji keça xwe ya biçûk re bihêlim. Di çanda kurdî de xizêm, nîşaneya safîtî û bedewtiyê ye. Li gor min xişrên çanda me pir li jinan tên."   XIŞRAN JÎ ÇÊ DIKE    Her wiha Orhan, bi benikên rengorengê xalîçeyan, çente û xişirên dîwarn jî çê dike û bi vî awayî hem qezenc dike hem jî diyarî xizm û cînarên xwe dike. Orhan, got: "Çêkirina van tiştan jî diya xwe hîn bûm. Min hînî hevalên xwe jî kir. Lê belê niha ji min pêvtir kes çê nake. Çêkirina her yekê jê bîst rojan dewam dike. Hindik be jî pê debara malê dikim."    MA / Ayşe Surme