Dadgehê di doza Nisêbînê de li 3 girtiyan 5 muebbet û 78 sal ceza birî 2019-12-06 21:54:07     MÊRDÎN –Danişîna doza Nisêbîne ku 17 jê zarok 70 kes tên darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Heyeta dadgehê di danişîna 4 girtiyên îro hatin darizandin de li 3 girtiyan bi giştî 5 caran cezayê  maebbetê û 78 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.    Danişîna doza 17 jê zarok 70 kesên piştî qedexeyên dorpêça Nisêbînê di 26'ê Gulana 2016'an de hatin binçavkirin û girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Piştî heyeta dadgehê danişîna girtiyan ji hev qetand, îro danişîna 4 girtiyan hat dîtin. Heyeta dadgehê cezayên girtan li girtiyan birîn. Ewil danişîna doza Jiyan Ay a li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê girtî ye hat dîtin. Di danişînê de parêzer û Ay amade bûn. Dadgehê piştî parastinê 20 sal ceza li Ay birî.    Piştre danişîna doza Mehmet Faruk Engîn ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ye hat dîtin. Engin jî tev li danişînê bû. Piştî Engin parastin kir heyetê ji 3 cezayên cuda bi giştî 31 sal ceza lê birî.    Piştî Ergîn Resûl Ergun ji Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê tev li danişînê bû. Ergun jî piştî parastin kir û sûcdariya der barê xwe de red kir. Lê heyeta dadgehê 3 caran cezayê muebetê û 27 sal ceza birî.   Danişîna doza Recep Yel jî hat dîtin. Yel ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê anîn dadgehê. Di danişîna dadgehê de Yel û parêzerên xwe amade bûn. Yel, parastin kir û îdîayên der barê xwe de red kir. heyetê doz taloq kir.    Heyeta dadgehê heta niha der barê 29 kesan de biryar dabû. Heta niha dadgehê der barê Yasemin Erkol 10 sal, Ozgur Sevim cezayê muebbeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamit Acur û Akar Îkbal de muebbeta giran û 15 sal, der barê Sadık Tan, Bayram Sevgin, Firat Darî, Mazlum Yaşa û Hatip Oyman de muebbeta giran û 18 sal, der barê Ercan Dolaşır de muebbeta giran û 10 sal, der barê Erkan Benlî de muebbeta giran û 20 sal û 3 meh, der barê Baver Başar de muebbeta giran û 19 sal, der barê Mehmet Zirig de muebbeta giran û 17 sal, der barê Suleyman Goksel Yerdut de muebbeta giran û 15 sal, der barê Dilber Tanrıkulu de muebbeta giran û 26 sal, der barê Tufan Îlbaş de muebbeta giran û 27 sal û 6 meh, der barê Ramazan Eroglu  de jî 2 muebbetê giran û 3 sal cezayê girtîgehê birîbûn.    Heyetê der barê Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoglu, Baran Eman, Çeçan Kilkaya û Dilan Aslan de jî ji ber temenê wan biçûk e ji bo her yekî-e 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birîbûn. Dîsa li 2’emîm Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê Huseyin Bag rastî cezayê muebetê û 11 sal, Zehra Kaya cezayê muebetê û 18 sal, Fatma Aslan 21 sal û 7 meh ceza hatibûn.    Ji girtiyên dozê Medya Çınar û Siraç Yuksek, di çalakiya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dawî li jiyana xwe anîbûn.