Dadger daxwaza beraeta akademîsyenan red kir 2017-12-07 15:50:12   STENBOL - 11 akademîsyenên îmzeya xwe avêtin bin danezana "Em ê nebin hevkarê vî sûcî", li 33'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Dadgehê hemû daxwazên parêzeran ên beraetê red kir, daxwaza bila dosyayên nû bikin yek jî paşve şand.   Akademîsyenên îmzeya xwe avêtin bin danezana "Em ê nebin hevkarê vî sûcî", li 32, 33 û 34'emîn dadgehên cezayên giran doz li wan hatibû vekirin û akademîsyen derketin pêşberî dadger. Piştî akademîsyenên bi navê Seçkîn Sertdemîr, Eda Asli Şeran û Yusuf Dogan Çetînkaya, li 33'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê rûniştina wan hat dîtin, doza Ahmet Bekmen ê li Zanîngeha Stenbolê hat dîtin.   Parêzeran mafê parastinê xwest û xwestin miwekîlên wan serbest bên berdan. An na daxwaz kirin ku dosyayên din divê bi hev ve bên girêdan.   Meqamê îdiayê mafê parastinê da, da zanîn ku ji ber ku parastina kesê tê darizandin nehatiye girtin û daxwaza yek kirina dosyayê red kir. Piştî parêzeran dem xwest, heyeta dadgehê doz taloqî 31'ê Çileya 2018'an kir. Piştre doza Îrfan Keşoglu dewam kir û ji ber ku Keşoglu li derveyê welat bû tev li dozê nebû. Parêzerên Keşoglu xwestin demê bidin wan. Dadgehê doz taloqî 31'ê Çileya 2018'an kir.   Piştî Keşoglu, rûniştina Feyza Ak Akyol hat dîtin û parêzerên Akyol xwest ji xala 301'an ji Wezareta Edaletê destûr bê xwestin. Dozger daxwaza parêzer red kir û doz taloqî 31'ê Çileya 2018'an kir. Ji Zanîngeha Stembolê Hulya Kîrmanoglu jî derket pêşberî dadgehê. Parêzeran piştî parastinê dem xwest, heyeta dadgehê daxwaza demê red kir û doz taloqî 8'ê Sibata 2018'an kir. Piştre rûniştin bi parastina Îlkay Yilmaz dewam kir. Yilmaz tev li dozê nebû, parêzer Bena Molu li dadgehê amade bû. Molu xwest dosya bibe yek û daxwaz kir ku demê bidinê. Heyeta dadgehê daxwaza beraetê red ikr û doz taloqî 31'ê Çileya 2018'an kir.   DAXWAZA BERAETÊ HAT REDKIRN   Di berdewama dozê de ji Zanîngeha Stenbolê Haydar Durak doza wî hat dîtin. Durak li dadgehê amade bû û piştî taspîna tasnameyê dozê dest pê kir. Parêzerê rûniştinê Merîç Eyuboglu mafê axaftinê girt, itirazên xwe anî ziman û daxwaz beraeta demil dest kir. Lê daxwaza beraetê hat redkirin û doz taloqî 8'ê Sibata 2018'an kirin. Herî dawî doza Fatma Nîhan Aksakalli û Guzde Aytemur Fufusçu hat dîtin û dozê her du akademîsyenan jî taloqî 8'ê Sibata 2018'an hat kirin.