‘Dewlet ji mafê dabînkirina tenduristiya girtiyan berpirsiyar e’ 2019-12-06 15:20:09   AMED – Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Amedê Mehmet Emîn Çoban di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de tê lidarxistin bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got: “Dewlet ji bo azadiya şertên wekhev ên ji tenduristiya xwe bêpar mane û ji bo mafê tenduristiyê were dabînkirin berpirsiyar e.”     Baroya Amedê ji bo kujerên Serokê Baroyê yê berê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin werin dîtin di hefteya 205’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe dewam kir. Parêzer beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em te ji bîr nakin” hildan. Vê hefteyê di rojeva Baroyê de rewşa girtiyên nexweş û rewşa tenduristiya Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin hebû.    Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Amedê Mehmet Emîn Çoban di çalakiyê de axivî û bal kişand ser rewşa tenduristiya Demîrtaş ê krîza dil derbas kiribû û wî ranekiribûn nexweşxaneyê û got mafê tenduristiya Demîrtaş hatiye astengkirin û ew vê yekê şermezar dikin.    ‘MAFÊ TENDURSTIYA GIRTIYAN TÊ BINPÊKIRIN’    Çoban anî ziman ku binpêkirina mafên mirovan herî zêde li girtîgehan diqewimin û yek ji van binpêkirinan jî mafê tenduristiyê yê girtiyan e. Çoban bi bîr xist kul i gorî daneyên ÎHD’ê li girtîgehên Tirkiyê 458 jê giran bi giştî hezar û 334 girtiyên nexweş hene û herî dawî jî girtiya nexweş Emîne Aslan Aydogan beriya çend rojan li Girtîgeha Rihayê jiyana xwe ji dest da. Çoban da zanîn ku li gorî peymanên navnetewî divê kesên ji aliyê dewletan ve ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin di mijara mafê jiyanê de lazime berpirsiyara xwe bi cih bîne û li gorî Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê jî divê girtiyên nexweş di çavdêriyê de bin û dermankirina wan bê kirin.    Çoban diyar kir ku 205 hefte ne ew li aqûbeta kuştina Elçî dipirsin û heta îro dozgerê lêpirsînê birêve dibe neketiye nava hewldanan.