Malbata Demîrtaş qeza kir 2019-12-06 13:20:11 STENBOL – Malbata Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, dema ku ji bo hevdîtinê diçû Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, li Çorlûyê qezaya tirafîqê derbas kir.    Malbata Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş, dema ku ji bo hevdîtinê diçû Girtîgeha Tîpa F a Edîrnê, li nêzî Çorlû qeza kir. Li gorî agahiyan, di wesayîta qeza kir de bavê Demîrtaş Tahîr Demîrtaş, Dayika wî Sadiye Demîrtaş, xezûrê wî Mehmet Akkaya, bûrayê wî Huseyîn Akkaya û zavayê wî Fesîh Turkmen hebûn.    Xizmên Demîrtaş ên hatin diyar kirin ku rewşa wan beşe, rakirin nexweşxaneyên li bajêr.