Li Misircê midurê dibistanê tundî li xwendekaran kir 2019-12-06 12:45:08 SÊRT - Derbarê Midurê Lîseya Anadolû ya Misircê F.K. ê ku mudaxileyî dirêjahiya etek û şalên xwendekaran kir de lêpirsîn hat vekirin. Qeydê dengê Midurê Lîseyê F.K. yê ku dema mudaxileya xwendekaran dike li ser medya civakî belav bibû. Li navçeya Misircê ya Sêrtê, hatibû îdîakirin ku Midurê Lîseya Anadolû ya Misirçê F.K. mudaxileyî dirêjahiya etek û şalen xwendekarên keç kirin û ew tacîz kirine. Xwendekarên ku her tim rastî van pêkanînan tên, qeydên deng ên nîqaşên xwe û midurê dibistanê girtin. Malbatên xwendekaran dûre ev qeyda dengê ya ji 13 deqeyan pêk tê, ji Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş re şandin. Beştaş jî, qesmekê vê qeyda dengê li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir.    QEYDA DENG A 13 DEQEYAN   Di qeyda deng a hat weşandin de, midurê dibistanê tim heqaretan li xwendekaran dike û xwendekar jî li dijî midurê dibistanê bertekên xwe nîşan didin û heqaretên wî qebûl nakin.  Di qeydê de midurê dibistanê F.K. wiha ji xwendekaran re dibêje: “Ne hedê teyê, tu wisan bi axivî, bêedeb. Dengê xwe bibire. Tu li hemberî hemû mamoste û xwendekaran bêedebiyê dikî. Ev der, ne cihê xwepêşandana we ye, bêedeb.”  Xwendekara keç jî bertek nîşanî van gotinên midûr dide û wiha dibêje: “Em xwendekaran, ne kole ne.”    LÊPIRSÎN HAT VEKIRIN    Walîtiya Sêrtê, piştî parvekirina Beştaş, ragihand ku derbarê midûrê dibistanê F.K. de lêpirsîna îdarî hatiye vekirin.