Qatilê Ceren Ozdemîr sewqî Şirnexê kirin 2019-12-06 11:57:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Qatilê Ceren Ozdemîr Ogur Ardûç, bi hinceta “Ewlekariyê” sewqî Girtîgeha Şirnexê hat kirin.    Qatilê xwendekara zanîngehê Ceren Ozdemîr a 20 salî Ozgur Ardûç sewqî Girtîgeha Şirnexê hat kirin. Qatil Ozgur Ardûç li Ordûyê, Ozdemîr li ber mala wê kêr kiribû û kuştibû.    Ozgur Ardûç ê bi sûcdariya “Bi hestên cinawirî mirov kuştin û birîndarkirina du polîsan” hat girtin, dest pê kê birin Girtîgeha Tîpa F a Efîrlî ya Perşembe û şeva xwe di hucreyek yek kesî de derbas kir.    Hat diyar kirin ku Ardûç bi hinceta “Ewlekariyê” sewqî Girtîgehek Şirnexê hatiye kirin.