Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê bi tiryakê ve hat binçavkirin 2019-12-06 11:41:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Aydinê û Endamê Meclîsa Şaredariya Efeler Abdulhamît Burak Aykût bi madeya tiryakê ve hat binçavkirin.    Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Aydinê û Endamê Meclîsa Şaredariya Efeler Abdulhamît Burak Aykût, şeva 4’ê Kanûnê bi hevalekê xwe re li ser rêbejahiya dinavbera Aydin-Mûglayê di kontroleke polîsan de li gorî hişyariya “reweste” tevnegeriya û xwest bireve.    Li gorî nûçeya Gazete Aydin, Aykût ê AKP’î yê xwest bireve, li wesayîta polîsan qûlipî. Aykût, ligel ku li wesayîta polîsan qûlipî jî, dîsa xwest bireve. Lê Aykût û hevalê xwe li ser rêbejahiya Denîzlî hatin binçavkirin.    Di wê navberê de ekîbên polîsan ferq kirin ku Aykût ê AKP’î tiştk ji wesayîta xwe avêtin. Polîsan li ser vê yekê li cihê bûyerê lêkolîn kirin. Polîsan di lêkolîna kirin de madeya tiryakê ya sentetîkê ku awayekê bonzaî ya navê wê “skunk” tespît kirin.    Polîsan Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’ê yê Bajêr û hevalê wî dûre teslîmê Şaxa Narkotîkê kirin.