Turkdogan bersiva Soylu da: Ez bawerim Soylu li welatek din dijî 2019-12-06 11:04:13 ENQERE – Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bersiv da gotinên “muameleya xerab” a ku polîs û esker tev li dibin kêm bûye yên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu û got: “Ez bawerim li welatek din dijî.”  Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu li Enqerê di 4’ê kanûnê de di bernameyek de axivî û angaşt kiribû ku bûyerên “muameleya xerab” ên ku esker û polîs tev li dibin hindik bûye û daneyên sala 2017 û sala 2018’an hindik da nîşandan.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan ji ajansa Mezopotamya re axivî û bersiva gotin û daneyên Soylu da. Ozturk Turkdogan da zanîn ku li gel îstatîstên fermî yên sala 2018’an ên Wezareta Dadê, lêpirsîn û dozên ji aliyê dozgeriyan ve hatine vekirin jî gelek bi ser reqamên Soylû dibêje re ne.    ‘TENÊ BEHSA DANEYÊN LI BER DESTÊ XWE DIKE’    Turkdogan anî ziman ku Soylû tenê serlêdanên jê çûne eşkere dike û got: “Komîsyona Çavdêriya têkildarî xizmeta esker û polîsan hatibû avakirin. Vê komîsyonê di 25’ê tîrmehê dest bi xebatê xwe kir. Ez bawerim haya birêz Wezîr ji vê komîsyonê nîne. Ev komîsyon ji bo îşkence û muameleya xerab a ji aliyê polîs û eskeran ve pêk tê were çavdêrkirin hatiye avakirin. Ev komîsyon gilî û serlêdanan qebûl dike. Serlêdan ji bo komîsyonê hene û her ku diçe ev hejmar zêde dibe.”    ‘DIXWAZIN ÎŞKENCEYÊ REWA BIKIN’    Turkdogan da zanîn ku wezîr û rayedarên AKP’ê li şûna peyva îşkenceyê gotina “muameleya xerab” bikar tînin û got: “Dixwazin sûcê tê kirin sivik bikin. Nebikaranîna peyva îşkenceyê, nayê wê maneyê ku îşkence bi dawî bûye. Dixwazin ser îşkenceyê bigirin û ji nedîtî ve tên. Ev jî dide nîşandan ku niyeta wan qet nebaş e. Heke li welatekî pirsgirêka îşkenceyê dewam bike, divê li ser vê yekê were axaftinê ji bo were rakirin. Bi ser niximandina îşkenceyê re nayê wateya qedandinê.”   ‘KES NIKARE BÊJE ÎŞKENCE TUNE YE’    Turkdogan diyar kir ku di darazê de pirsgirêkek micid a “bêcezakirinê” heye û got: “Derbarê îşkencekaran de lêpirsînek bi bandor nayê kirin. Lêpirsînên venaguherînin dozan. Hindik vediguherînin. Serlêdanên ji bo me hatin kirin û li gorî tespîtên me hejmar zêde ye û me vê yekê eşkere kiribû. Tenê ev hejmara gihîştine ber destên me. Em dixwazin ev dane bigihîjin wezareta dadê û tişta pêwîst bike. Yanî tu kes nikare bêje ku li Tirkiyê îşkence tune ye. Ev bê gotin jî kes guh nade vê gotinê.”    ‘LAZIME SOYLU HIN DANE Û BÛYERAN EŞKERE BIKE’    Turkdogan destnîşan kir ku pêwîste Wezîr Soylu derbarê mijarên îşkence û muameleya xerab hin bûyeran eşkere bike û got: “Mînaka van bûyeran jî Xelfetî, Enqere, Şapatan û gelek deverên din e. Gelek însan tên revandin. Îşkenceyên giran pêk tên. Me di raporên xwe de eşkere kirin, bila keremkin lê binêrin.”    ‘QEY MIROV DIBÊJE WEZÎR SOYLU NE LI VÎ WELATÎ DIJÎ’    Turkdogan da zanîn ku divê Wezareta Karê Hundir helwestek esasî ya li dijî îşkence û muameleya xerab deyne û wiha got: “Pêwîste van pêkanînan qedexe bike. Lazime wezîr bêje em ê bi îşkencekaran re têbikoşin. Lazime wezîr îşkenceyan baş lêkolîn bike û ji raya giştî re parve bike. Lê ku rabe bêje ‘hejmara îşkenceyê kêm bûye’ meriv dikare bêje ku ev wezîr li welatî najî û li welatek din dijî. Ez bawerim Wezîr Soylu li welatek din dijî. Em behsa welatek hemû xwepêşandan hatine qedexekirin dikin. Însanên derdikevin kolanan dixwazin derdê xwe bêjin, lê bi dehan polîs li ser seren wan kom dibin. Em ê ji vê yekê re bêjin muameleya xerab an jî em bêjin çi?”