Li dawetek Seqizê teqîn: 11 kes mirin û 34 kes birîndar bûn 2019-12-06 10:05:04 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Seqîz ya Rojhilatê Kurdistanê, di nava holek şahiyê de ji ber belavbûna gazê teqînek çêbû. Di encama teqînê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn.   Duh bi şev di dawetek li bajarê Seqîz a bi ser Rojhlatê Kurdistanê de, ji ber belavbûna gazê, di nava holê de teqînek pêk hat. Li gorî agahiyan di teqînê de 5 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest daye û 34 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan rewşa hin birîndaran giran e. Li gorî lêkolînan di sîstema gazê ya hola şahiyê de pirsgirêk hebû û ji ber vê yekê di nava holê de gaz belav bûye. Piştî gaz belav bûye teqîn rû daye.   Hêjayî gotinê di serê salê de jî bûyerek bi heman awayî çêbibû û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû.