Qeyûm tayînî şûna 70 endamên HDP’ê yên GABB’ê hat kirin 2019-12-06 10:01:42   AMED – Li Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrojhilat û Anatoliyê (GABB) qeyûm tayînî şûna 70 encûmenên HDP’ê hat kirin û piraniya hejmarê meclîsê ji destê HDP’ê hat derxistin.    Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de bi dest xistibû yek bi yek tên desteserkirin. Şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, bajêr, navçe û bajarok di nav de heta niha 24 şaredarî  bi destê qeyûm hatin desteserkirin û hevşaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Gelek hevşaredar hatin girtin. Qeyûmên hatin tayînkirin meclîsên şaredariyan bêbandor kirin. 70 endamên meclîsa şaredariyên HDP'ê yên Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrrojhilat û Anatoliyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin û karmendên di saziyên dewletê de dixebitin wek qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin.    Di civîna GABB’ê ya 21’ê Hezîranê de pêk hat Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê niha girtî ye anîn ser rêveberiya GABB’ê. Piştî qeyûm tayînî şûna Mizrakli hat kirin, di civîna GABB’ê ya di meha îlonê de qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di heman demê de waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu xwe qeyûm tayînî serokatiya GABB’ê kir. Qeyûm Guzeloglu tev li vê civînê nebibû û cîgirê xwe şandibû civînê û wî jî qoltixê civînê dagir kiribû.    ENDAMÊN HDP’Ê BEŞDAR NEBÛN    Endamtiya 70 encûmenên HDP’yî hat betalkirin û dawî li piraniya HDP’ê ya GABB’ê anîn. Bi giştî 251 endamên GABB’ê hene. 151 endam HDP’yî bûn û 90 endam jî AKP’yî bûn û 10 endamên din jî ji partiyên cuda bûn. Hejmara endamên HDP’ê daxistin 81 kesî. Di 28’ê mijdarê de civîna GABB’ê pêk hat û endamên HDP’ê beşdarî civînê nebûn.    ‘SÛC DIKIN’    Şaban Karakaş ê ji encûmeniya Şaredariya Amedê ji bo GABB’ê hat bijartin diyar kir ku wan di 21’ê Hezîranê de ji bo rêveberiya nû ya GABB’ê pêk were hilbijartin pêk anîne û got: “Di encama hilbijartinê de birêz Selçûk Mizrakli hat bijartin. Piştî tayînkirina qeyûman, tevî ku erka qeyûm Hasan Basrî Guzeloglu tune bû jî xwe wek wekîlê Serokê GABB’ê tayîn kir. Pir eşkere sûc kirin. Û hêj vî sûcî dikin.”    ‘ME QEBÛL NEKIR’    Karakaş bi bîr xist ku 251 endamên GABB’ê hebûn û bêyî ku ew qeyûm bijêrin bi awayek neheqî bû serokê GABB’ê û wan jî vê yekê qebûl nekiriye. Karakaş anî ziman ku ew di civîna 28’ê mijdarê de hîn bûne ku qeyûm tayînî şûna 70 endamên wan kirine û hejmara HDP’ê daxistine 81 kesî. Karakaş got ew ê li hember pêkanînên qeyûm paş ve gav neavêjin û dê têkoşîna xwe dewam bikin.    ‘TAYÎNKIRINA QEYÛM LI DIJÎ HIQÛQÊ YE’    Endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Kader Ûzûn a bû endama GABB’ê jî wiha got: “Tayînkirina qeyûm parçeyek ji berfirehkirina polîtîkaya pişaftinê ye. Tayînkirina qeyûman li dijî hiqûqê ye. Endamtiya meclîsên şaredariyan bi rêjeyek bilind hatin bijartin. Lê niha tenê meclîsa Sûrê tenê maye. Em jî li vir çi ji destê me tê xizmetê ji bo gelê xwe dikin û dixebitin. Em ê xwedî li emaneta gelê xwe derkevin.”    MA / Fethî Balaman