Nivîskar Çîlîngîr: Nasnameya Rûm 100 salin wekî kêm tên dîtin 2019-12-06 09:44:35 STENBOL - Nivîskar Tamer Çîlîngîr, diyar kir ku îQtîdar û muxalefet, li Tirkiyeyê li dijî daxwaza gelê Kurd a azadiyê ne û di mijara komkujiyê de jî hev par tev digerin û wiha got: "100 salin nasnameya Rûm wekî kifir û kêmketî tê qebûlkirin. "  Di sala 1894'an de di serdema Abdulhamid de li dijî ermeniyan komkujiyê dest pê kir. Heta sala 1915’an bi destê rêveberiya Îttîhat û Terakkî 1,5 mîlyon Ermenî û 300 hezar Suryanî hatin kuştin. Polîtîkaya komkujî, tehcîr û koçeriyê herî dawî li dijî Rûmên Pontusê pêk hat. Di navbera salên 1914-1921'an de li Amasya, Samsun, Gîresunê 134 hezar û 78, li Nîksarê 27 hezar û 216,  li Trabzonê 38 hezar û 434, Li Tokatê 64 hezar û 582, li Maçkayê 17 hezar û 479, li Şebinkarahisarê 21 hezar û 448 Rûm, di rêya koçberiyê de 50 hezar mirov bi giştî 353 hezar Pontosî rastî komkujiyê hatin. Têkildarî van geşedanan Nivîskar Tamer Çîlîngîr diyar kir ku ji sala 1919’an heta 1923’an 353 hezar Rûmên Pontosî hatin kuştin.    ‘353 HEZAR RÛM HATIN QETILKIRIN'    Nivîskar Çîlîngîr, anî ziman ku pêvajoya ku Anadoluyê ji Xiristiyanan paqij bikin ji dema Cemîyeta Îttihat û Terakkî dest pê kir û heta Mustafa Kemal Ataturk  berdewam kir û wiha got: "Di vê pêvajoyê de ewil Ermenî, piştre Suryanî û herî dawî jî Rûmên Pontosî hatin qetilkirin. Komkujî di sala 1914’an de dest pê kir, Di sala 1919’an de êdî pêvajoya îmhayê dest pê kir. Heta sala 1923’an bi giştî 353 hezar Rûmên Pontosî hatin kuştin. Di vê pêvajoyê de, mirov li dibistan û dêran bi saqî hatin şewitandin. Şikeft tijî mirov kirin û bi dûxanê fetisandin. Dadgeha Îstiklalê ev biryar û darvekirin xistin meriyetê. Di vê navberê de gelek zarok winda bûn. Malbatên musilman ew kirin zarokên xwe. Jinên ciwan xistin haremên misilmanên dewlemend. Di sala 1923'an de bi peymana mubadeyê Rûmên Xiristiyan ê Ortodoks sirgûnî Yunanistanê kirin. Yên man jî bi tundî û zextan, di bin siya bişaftina 100 salan a misilman û Tirkan de hiştin. "    ‘ÇAV LI KOMKUJIYÊ GIRTIN'   Çiligngir, anî ziman ku di sala 1917'an de piştî şerê cîhanê yê 1’emîn Îngiliz bi tirsa komunizmê li hemberî komkujiyê bêdeng mane. Rûmên Pontosî yên rastî komkujiyê hatin, dema bang li cemaweriya cîhanê kirin, guhê xwe girtin. Hikûmeta Enqereyê jî li diji vê komkujiyê çav û guhê xwe girtin. Rewşenbirên Tirkiye jî li hemberî vê yekê hestiyar tev negeriyan."   Çilingir, anî ziman ku ji bo ev bûyer ronî bibe xebatê dike û wiha got: "Ji bo komkujiya li dijî Rûmên Pontusî ronî bibe ez xebatê dikim. Pontûsên li Yunanistan û deverên cîhanê yen cida dijîn, ez bi wan re xebatê dikim. Li zanîngehên cîhanê xebatên akademîk hatine kirin, lê li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de zêde xebat nehatiye kirin. Tenê çend makale hatine nivîsandin. Pirtûka “Pontos Gerçeği” (Rastiya Pontûsê) ku min nivîsî ye, yekemîn pirtûka ku li Tirkiyeyê hatiye çapkirin e. Disa li ser malpera MavriThalassa.com têkildarî mijarê lekolînên dirokî tên kirin.      Çilingir, herî dawî anî ziman ku hem îqtîdar û hem jî muxalefet nasnameya Rûm wekî nasnameyek kêm dibînin û heqaretê dikin.      MA / Tolga Guney