Hevşaredarên HDP'î hatin binçavkirin 2019-12-06 09:35:21 WAN - Hevşaredarên Bêgirî, Qelqelî û Elbakê hatin binçavkirin. Li Amedê jî Endama Meclisa Şaredariya Rezan Naşîde Bûlûttekîn Can ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, hat binçavkirin.     Polisan, li Wanê bi ser mala hevşaredarên Bêgiriyê Yilmaz Şalan û Leyla Balkan, hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç û Dîlan Orencî û Hevşaredarê Elbakê Erkan Acar de girt û wan binçav kir. Polisan, piştî lêgerînên li malê wan, hevşaredaran bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Wanê.   Li Amedê jî polisan, bi ser mala Endama Meclisa Şaredariya Rezan Naşîde Bûlûttekîn Can ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin de girt û wê binçav kirin. Polisan, piştî lêgerînên li malê Can bi xwe re birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Amedê. Can di 22'ê Cotmehê de ji peywirê hatibû dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin.