Ne dibihîsin ne jî dikarin xeber bidin 2019-12-06 09:31:22 MEREŞ - Beriya kongreyê, gef li rêveberê HDP'a Elbîstanê Alî Kisa yê 70 salî û hevjîna wî Elîf Kisa hatibû xwarin û ji wan re hatibû gotin, "dev ji HDP'ê berdin." Lê belê ji ber ku Kisa û hevjîna xwe guh nedan van gefan û serî netewandin, hatin girtin. Lê belê piştî girtina wan du zarokên wan ên astengdar ku ker û lal in bi tena serê xwe man.    Êrîşên li ser HDP'ê êzde dibin. Ligel girtina bi hezaran rêveberên HDP'î, car heye malbatên wan jî tên cezakirin. Kesên ji aliyê emniyet û cendirmeyan gef li wan tên xwarin jî, ji ber guh nadin gefan bi hincetin cuda cuda tên girtin. Yek ji van girtinan jî di 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê de li Elbîstan a Mereşê pêk hat.    HER DU BIRAYÊN ASTENGDAR BI TENÊ MAN    Beriya Kongreya HDP'a Elbîstanê, Alî Kisa yê 70 salî û hevjîna wî Elîf Kisa jatibûn binçavkirin û gef li wan hatibû xwarin ku dev ji HDP'ê berdin. Lê belê piştî kongreyê gava Alî Kisa bû rêvebir careke din ew û hevjîna xwe hatin binçavkirin, lê vê carê hatin girtin. Piştî girtina wan du zarokên wan ên astengdar ku ker û lal in û astengdarê zihnî ne, bi tenê man.    Her wiha Alî û Elîf Kisa, ji sala 2017'an heta niha 3 caran hatine binçavkirin. Alî Kisa û Elîf Kisa cara ewil di 4'ê Çileya 2017'an de hatibûn binçavkirin. Di vê binçavkirinê de Elîf Kisa bi şertê kontrolkirina edlî hatibû berdan û Alî Kisa jî bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hatibû girtin û 7 mehan di Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê de mabû.    BERÎ KONGREYÊ GEF LÊ HATIN XWARIN    Alî Kisa di 13'ê Mijdara 2019'an de careke din tevî hevjîna xwe Elîf Kisa hat binçavkirin û ji bo tev li Kongreya HDP'a Elbîstanê nebe gef lê hat xwarin.    GAVA BÛ RÊVEBERÊ HDP'Ê HAT GIRTIN    Piştî gefên "Heger tu biçî HDP'ê an jî bibî rêveberê HDP'ê em ê te dîsa bigirin" Alî Kisa û Elîf Kisa hatin berdan. Dû re di 17'ê Mijdarê de kongreya HDP'a Elbîstanê hat lidarxistin û Alî Kisa bû rêveberê HDP'a navçeyê. Piştî kongreyê polîsan di 3'yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê de avêt ser mala Kisa. Di avêtina ser malê de Alî û Elîf Kisa tev de hatin binçavkirin û bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin girtin û wan şandin Girtîgeha Tîpa E ya Elbîstanê.    DI ROJA ASTENGDARAN DE DÊ Û BAVÊ WAN HATIN GIRTIN    Alî û Elîf Kisa, di roja astengdaran de hatin girtin û ji ber vê 2 zarokên wan ê astengdar jî bi tenê man. Kurê wan Îsmaîl ê 44 salî, hem ker û lal e hem jî di warê zihnî de astengdar e û rapora wî ya "astengdarê giran" heye. Kurê wan Ahmet ê 42 salî jî ker û lal e û ji sedî 64 rapora wî ya astengdariyê heye.    Piştî vê kurê Alî û Elîfê, wênesaz Ahmetê ker û lal ji bo li birayê xwe miqatebe mecbûr ma atolyeya xwe ya wêneyan bigire.