Esnafên nikarin çerxa xwe bigerînin hindik mane dikanên xwe bigirin 2019-12-06 09:13:17 WAN – Esnafên ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin, anîn ziman ku heger wisa dewam bike wê dikanên xwe bigirin.    Esnafên Wanê, ji ber krîza aborî û zemên tên kirin êdî nikarin tu karî bikin. Essnafan, diyar kir ku ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê hindik maye dikanên xwe bigirin.    'PÊLAVA BI 100 LÎREYÎ BÛYE 140 LÎRE'    Zekî Orûk ku 16 sal in pêlavan difiroşe, anî ziman ku 3 sal in rewşa karê wan qet nebaş e. Orûk, diyar kir ku krîza heyî ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê ye û got: "Berê rewşa karê me pir baş bû. Rojê 2 hezar lîre me qezenc dikir. Berê mesrefên me 100 lîre bû, lê niha bûye 400 lîre. Her tişt du qat zêde bûye. 3 sal in kar tuneye, her diçe jî xirabtir bûye." Orûk, da zanîn ku pêlava ku wan berê bi 100 lîreyî dikirî niha bi 140 lîreyî dikirin û got: "Berê malbatekê bi 100 lîreyî du cot pêlavên zarokan dikirî, lê niha ancax dikare yekê bikire."    Orûk, destnîşan kir ku lê belê perê ji bo şer û çekan tê xerckirin hemû ji bêrîka gel derdikeve û got: "Aborî, rûxiyaye. Ji bo ev rewş baş bibe, pêşî divê dev ji van polîtîkayên şaş bê berdan. Çima ev welat ket rewşeke wiha? Çima her tişt ev qasî buha bûne? Divê ev bên pirsîn. Êdî divê aştî çê bibe."    ‘BERÊ SALÊ ME 10 CARAN SÎPARÎŞ DIDAN'    Esnaf Bekir Kûrt ku kincan difiroşe, anî ziman ku êdî nikare heqê kirêya dikana xwe jî bide. Kût, destnîşan kir ku hindik maye dikana xwe bigire û got: "Êdî em nikarin mal bikirin. Berê min ji dikanekê rojê 2 hezar TL qezenc dikir, lê niha 2 dikan in ew qas bi dest me nakeve. Malê me bi 40 lîreyî difirot, niha bûye 80 lîre. Gel nikare bikire. fiyetê qazaxekî bûye 100 lîre. Rewşa mirovan nebaş e, loma nikarin alvêrê jî bikin. Meaşê kêm 2 hezar û 20 lîre ye. Mirov nikarin debara xwe bikin. Ev rewş tesîrê li esnafan jî dike. Dev ji esnafên biçûk berdin ên mezin jî hindik maye dikanên xwe bigirin. Merê di nav salê de me 10 caran mal sîparîş dikir, lê 2 sal in me du caran sîparîş kiriye. Esnaf dikanên xwe digirin. Ev jî ji ber hikûmetê te. Madem nikarin bi rê ve bibin, bila dev jê berdin. Pêdiviya me bi aştî û aramiyê heye."    ‘EZ Ê DIKANA XWE BIGIRIM'    Kenan Îlhan ku 30 sal in marketa wî heye, diyar kir ku nikare debara xwe bike. Îlhan, got: "Her tişt buha bûye. Gava mirov ji bo alvêrê tên, nikarin li gor dilê xwe tiştina bikirin. Salçeya ku min bi 4 lîreya difiro, niha bûye 8 lîre. Yanî her tişt buha bûye. Loma kirîger nayên. Kîloya fasûleyan bûye 18 lîre. Heger wisa dewam bike mecbûr ez ê dikana xwe bigirim. Li Wanê kar nemaye. Rewşa mirovan qet nebaş e. Ciwan betal in."