ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2019'AN 2019-12-06 09:00:07 * Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Wanê, wê atolyeyên zimanê kurdî, guvend, gîtar, erbane, saz û şanoyê vedikin. Ciwanan, bal kişandin ser polîtîkayên bişavtinê û bang tevlîbûna atolyeyan kirin.  * Esnafên ku ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin, anîn ziman ku heger wisa dewam bike wê dikanên xwe bigirin.    * Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, ji bo hecza ku li ser meaşê xebatkaran hatiye danîn got: "Di asasê xwe de ev jî tê wateya ku hêdî hêdî tayînkirina qeyûm."    * Rojnamevanan ji bo girtina rojnamevan Eser û Topaloglû, anîn ziman ku her du rojnamevan ji ber karê xwe hatne girtin, divê bên berdan û gotin: "Em şahidê rojnamevaniya Eser û Topaloglû ne."    * Pêşmergeyê berê Huseyîn Apaydin, anî ziman ku niha tenê rojeveke gel heye ew jî yekîtiya neteweyî ye û got: "Bang li pêşengên kurdan hemûyan dikirim. Dem hatiye. Bila ev firsend ji dest neçe."    * Civaknas Neslîhan Şedal, şideta li ser jinê û komkujiya jinan nirxand û di vê mijarê de bal kişand ser rolên civakiyî û krîza aborî. Şedal, got: "Têgîna hêzê wekî amûra zext û zoriyê û kontrolkirinê tê biakranîn."    * Endamê Komeleya Şopandina Koçberan Îlyas Erdem, bal kişand ser rewş û pirsgirêkên koçberan ên bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê û operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re mezin bûn û got: “Kesên bi zorê hatine koçberkirin, mafê wan tê paş guh kirin.”   * Li Girtîgeh a Tîpa F a Kurkçulerê, gardiyan û cendirmeyên davêjin ser qawîşan, tevî kûçikên xwe amûrên girtiyan belawela dikin û lêgerînê dikin.    * Beriya kongreyê, gef li rêveberê HDP'a Elbîstanê Alî Kisa yê 70 salî û hevjîna wî Elîf Kisa hatibû xwarin û ji wan re hatibû gotin, "dev ji HDP'ê berdin." Lê belê ji ber ku Kisa û hevjîna xwe guh nedan van gefan û serî netewandin, hatin girtin. Lê belê piştî girtina wan du zarokên wan ên astengdar ku ker û lal in bi tena serê xwe man.    * Nivîskar Tamer Çîlîngîr, diyar kir ku îQtîdar û muxalefet, li Tirkiyeyê li dijî daxwaza gelê Kurd a azadiyê ne û di mijara komkujiyê de jî hev par tev digerin û wiha got: "100 salin nasnameya Rûm wekî kifir û kêmketî tê qebûlkirin. "  * Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay, dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî rojevê daxuyaniyê bide çapemeniyê (11.00)   * Yekîtiya Ciwanên Şoreşger dê li Navenda Çandê ya Dîvrîgî ya li Beyoglu 2 rojan "Xebata Mafê Perwerdehiyê" pêk bînin. (11.00)   * Partiyên Kurd ên duh li Amedê ji bo yekîtiya neteweya Kurd li hev kom bûn, dê îro encamnameyê bi raya giştî re parve bikin. (12:00)    * Baroya Amedê dê ji bo bîranîna Tahîr Elçî li pêş Edliyeya Amedê, di hefteya 205'an de çalakiya "Kursiya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî" berdewam bike. (13:30)   * Baroya Rihayê dê bi minasebeta 10'ê kanûnê Hefteya Mafên Mirovan bi tevlêbûna hevseroka ÎHD'ê Eren Keskin, parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu û Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlioglu têkildarî mafên mirovan panelê pêk bînin. (17.00)   * Karkerên GREÎF'ê dê li dijî neheqî û binpêkirina mafên karkeran li gel Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şaroşger li peş Fabrîqeya GREÎF a li Sultanbeyliyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)